Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik ji rojnameya me re peyivî û di rêza çaran a hevpeyvîna xwe de bi meseleya yekîtiya neteweyî û referandûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê daket. Bayik got, rojeva sereke ya civakê û partiyên siyasî yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî bû, wan ev rojev piştguh kir û rojeva referandûmê avêtin holê. Bayık got, ya ku wê referandûmê manedar û bi qîmet bike bi xwe jî yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî ye.

Bayik dema bersiv da pirsên rojnameya me yên di biwara referandûma li Başûrê Kurdistanê de de got, “Referandûm ji bo gel û civakan amûr û rêbazeke demokratîk e. Kurd jî dikarin vê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe weke mafekî bi kar bînin. Lê li aliyê din rastiyên rojane û dîrokî hene, fersend hene, wext û bêwextî heye. Ji ber vê yekê referandûm timî rast nîne, yan jî timî di dema rast de nehatiye rojevê.”

Bayik îşaret bi aloziyên herêmî û Şerê Cihanê yê Sêyemîn ê li herêmê kir û got, “Ji van rastiyan hemûyan qut, bêyî ku van rastiyan bibîne, bêyî demeke rast tesbît bike, referandûmekê tu li dar bixî, dibe ku li şûna tu pirsgirêkê çareser bikî, tu dikarî pirsgirêkê girantir bikî û encamên xirabtir derxî holê. Bi vî awirî, mirov dikare bibêje Kurd dikarin referandûmê bikin ev mafek e, lê bi vê yekê nabe ku mirov bibêje dem, rêbaz, peywendiyên ev referandûm xwe disipêrinê û bingehê wê rast e. Ango ev mijareke tu divê mirov pê dakeve û minaqeşe bike.”


Kurd li başûr jî ne yek in 

Bayik bi bîr xist ku PDK´ê bêyî ku bi yek partiya tenê ya KUrd re bişêwire, di vê mijarê de ku Kurdan hemûyan elaqedar dike, bi serê xwe gav avêtiye û îşaret bi wê yekê kir ku yek partiya siyasî ya tenê nabe ku rojeva siyasî ya Kurdan diyar bike.  Li ser mijarê Bayik wiha dirêjî da gotinên xwe: “Mesele ne referandûm e! Referandûm wê bibe û Kurd wê bibêjin erê. Lê ma bi vê diqede! Encamên vê referandûmê tesîrê li kîjan dengeyan dikin, kîjan hêz di nava van dengeyan de ne, kîjan hêz wê ji vê îstîfade bikin; divê Kurd lê bikolin di nava vî Şerê Cihanê yê Sêyemîn de bi vê gavê ew ê çiqasî xwe xurt bikin yan jî çiqas pirsgirêkên nû wê derkevin holê. Lê belê ev nehatiye kirin. Bêyî ku gavên pêwîst bên avêtin, xwe li nav pêşniyaza referandûmeke bi encamên cidî dayîn, helwêsteke seresere ye; biryareke bibersiyarane nîne.”


Beriya hertiştî yekîtî

Bayik îşaret bi wê yekê kir ku ji bo Kurdan ya li pêş diviyabû, esas, pêk anîna yekîtiya wan û çareseriya pirsgirêkên siyasî bûya û wiha dewam kir: “Pirsgirêkên sereke çareser nake, yekîtiya neteweyî pêk nayîne û rojeveke ev çend sereke   davêje holê!

PDK esase, ji bo ku xwe ji pirsgirêkên hundir xilas bike, ji bo ku xwe ji pêsîtengiya ji ber pirsgirêkên hundir xelas bike, referandûm kiriye rojev. Mirov dikare bibêje, PDK´ê ji ber pirsgirêkên bi hikûmeta navendî ya li Bexdayê, ji bo ku zextê lê bike û jê hin tawîzan bistîne, van tiştan dike. Lê belê mijarên wisa nabe ku ji bo blof û şantajê bên  bikaranîn. Ev dikare siberojê pêşiyê li wê yekê bigire ku referandûmeke çê pêk bêt, pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Referandûm ne sedema şer e, nabe ku bibe. Referandûm rêbazeke demokratîk e, rêyeke ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Nabe ku referandûm pirsgirêkan zehmettir bike û heta rê li ber şerî veke. Herçî Kurd in, divê nebe amûr û lîstik ji bo pirsgirêkên navmala Kurdî; dema ji bo xwe xilaskirina ji pirsgirêkên hundir mirov rêbazeke bi vî rengî bixe dewrê, ev bi rastî jî ne rast e. 

Heger di nava Kurdan de yekîtî hebûya, di nava partiyên Başûr de pirsgirêk nebûya, pirsgirêkên aborî û yên din ne giran bûna, rojeva serke ne yekîtiya neteweyî bûya, heger mijarê bi tenê aliyekî Kurdistanê elaqedar bikira, hingê mirovî dê karîbûya heta radeyekê anîna wê ya rojevê fêm bikira.

Lê belê Şerê Sêyemîn ê Cihanê heye ku çarenûsa hemû şarçeyan elaqedar dike. Di vî şerî de rewşa hemû parçeyan hevdu elaqedar dike. Dema wezh û rewş ev e, mirov ji bo xwe ji pirsgirêkên navxweyî yên li Başûr xilas bike û pozîsyona xwe xurt bike, referandûmeke bi vî rengî ferz bike, çi qasî rast e?” 


Dewleta Tirk di bin re sor dike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik îşaret bi wê yekê ki ku li Başûrê Kurdistanê di nava hêzên siyasî de yekîtî nîne, berevajiyê wê şer heye: “PDK bi têgeha sedsala 20´an a diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan tev bigre jî nabe wisa bike. Pêşî pirsgirêkên navxweyî tên çareserkirin, yekîtiya neteweyî pêk tê, bereyên neteweyî tên avakirin. Weke rengê şênber ê bereyên neteweyî, meclîsên neteweyî tên avakirin; Kongreyên Neteweyî tên îlankirin û bi rengekî xwe bisipêre van têkoşîna rizgariya neteweyî dihat meşandin. Li Başûr niha bela xwe ji yekîtiya neteweyî û bereya netweyî vekin, partiyên siyasî şerê hev dikin.”

Bayik got, armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku di van şert û mercên şerê cihanî de Kurt xurt nebin, nebin xwedî statu, û paşê jî wiha îşaret xefleta hin Kurdên li Bakurê Kurdistanê kir: “Li Bakurê Kurdistanê hîna  hin Kurd ji ber têkiliyên taktîk ên AKP´ê bi PDK´ê re, têkiliyên li ser dijberiya PKK AKP´ê bi PDK´ê re danî, erênî li AKP´ê dinihêrin, hewl didin hêviyekê ji AKP´ê bikin. Ev dijberiya Kurdan e, ev xeflet e, ev xiyanet e.”

Cemîl Bayik îşaret bi wê yekê jî kir ku dewleta Tirk niha şerê herî giran li dijî Kurdan dimeşîne û ji der ve re tenê dikare bibêje ew li dijî referandûmê ye, lewma ew nikare xwe li yek destketiya Kurdan jî ragire û li ser dewra Tirkiyeyê ferzkirina referandûmê wiha dewam kir: “Em dikarin vê bibêjin, ya ku di binî re referandûmê sor dike, dewleta Tirk e. Bi vê yekê dixwaze çawa ku li Rojava şerê KUrd û Ereban derxe, li Başûr jî şerê Kurd û Ereban derxe. Li Rojava xwe gelekî lê ceriband, li bi ser neket. Niha dixwaze li Iraqê vê bike. ew dixwaze şerê Kurd û Ereban derxe. Dixwaze kirasê mezhebî jî li vî şerî bike û li gorî xwe bi berekê du nîşanan hilde. Ew difikire ku di vî şerî de hem KUrd û hem Iraq wê qels bibin. Bi vê armancê, dewleta Tirk di binî re çavê xwe ji referandûmê re miç dike. Dixwaze wextekê weke halêteke taktîkî bi kar bîne.”

Bayik got, paşê jî, dewleta Tirk wê ji hêzên Başûr re bibêje û li ser wan xwe wiha ferz bike: “Hûn serxwebûnê dixwazin, hingê hûnê bi min re bibin yek û PKK´ê tesfiye bikin, hûn ê li dijî PKK´ê şer ragihînin.


Armanca sereke qelskirina Kurdan e

Siyaseta dewleta Tirk evqasî durû ye. Esas, ew naxwaze Kurd li ti devera dinyayê bibin xwedî maf. Ka ji bo Kurdan baş e yan xirab e, em vê li aliyekî deynin; dewleta Tirk wê nexwaze dewletokeke bi vî rengî jî bête damezrandin. Tevahiya têkiliyên Tirkiyeyê bi PDK´ê re di asta sereke de ji bo tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurd e. Di asta duyem de ji bo derxistina şerê Kurd û Ereban e û bike ku ev şer bipeke Rojava û bi wir jî bigire; bi vî rengî ew dixwaze li Rojava jî li Başûr jî Kurdan qels bike. Ji bo ku Kurdan qels bike bi awayekî taktîkî li ber referandûmê ranabe; eşkere nebêje jî, di hevdîtinên li raya giştî girtî de çav dide (PDK´ê ji bo referandûmê)”.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik got, siyaseta dewleta Tirk bi armanca qirrkirina Kurdan, tepisandina hişyarbûna wan e, û îşaret bi wê yekê kir ku helwêsta wê ya beramberê referandûmê jî di çarçoveya vê helwêsta giştî ya AKP û dewleta Tirk a beramberî statsu û destketiyên Kurdan divê bê nirxandin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN