Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim ê referandûmê wek pêngaveke sefereberiyê nirxand wiha got: “Referandûm roja hesabpirsînê ye.” 
Yildirim, anî ziman ku pêvajoya referandûmê têkildarî girtina parlementeran tê meşandin û wiha got: “Navnîşana muxalefeta civakiyî rast dizanin û dizanin ku ya dê dawî li xeyala wan a serokatiyê bîne HDP ye. Operasyonên di vê çarçoveyê de tên meşandin jî ji hêla xwe ya huqûqî, darazî wirdetir operasyonên siyasî yên bi tawanbariyên bêpalpişt in. Ji ber vê em ê di referandûmê de bersiveke xurt bidin.” 

‘NA’ mehkûm kirina polîtîkayên şer e

Yildirim, anî ziman ku heke di referandûmê de ‘Na’ derkeve dê şer raweste û dê derî li aşitiyeke mayînde bên vekirin û wiha axivî: “Gotina ‘Na’yê û bi taybetî jî li Kurdistanê ‘Na’, dê li dijî van polîtîkayan bersiveke xurt be, dê redkirin û mehkûmkirina wna be. Dê gelê me bi ‘Na’yeke xurt dawî li şerê taybet, şerê qirêj bîne.. Dîsa referandûm roja hesabpirsîna hesabê Mîrayên bîçûk, dayika Taybet, Mehmet Tunç, jêrzemînên wehşetê, şaredariyên hatine xespkirin, pralementerên hatine girtin û hevşaredarên hatine girtine. Ji bo me du wateyên referandûmê hene; yek redkirina rejîma yekzilamî, ya din jî bi taybetî hesabpirsîna sepandinên despotîk ên di sal û nîvekê de xwe dan der. “


Pêvajoya seferberiyê dest pê dike

Yildirim, pêvajoya referandûmê weş pêgaveke seferberiyê nirxand û wiha got: “Em ê salnameya ku dê wê dîmena reşahiyî ya xwe dide der bê serbinokirin diyar bikin. Ji bo me jî pêvajoya seferberiyê dest pê dike.” 


AMED