Li her derê cîhanê biryara çêkirina referandûmê parlemen an jî meclîsên gel dide û ev yek jî her kesî eleqadar dike. Partî an jî hêzeke siyasî bi serê xwe nikare biryara referandûmê bide. Wekî hemû tiştî ev yek jî li Başûrê Kurdistanê berovajî ye. Hefteya borî PDK, hin partiyên din û beşek ji YNK (Ne hemû aliyên YNK ji ber ku niha ne yek dest e) bi serkêşiya Barzanî biryar dan ku referandûmê çêbikin. Biryara referandûmê di vê rewşê de hatiye girtin; parleman ji sala 2014´an û vir ve naxebite û ti mekanîzmayeke qanunî ne lidar e ji ber ku PDK Serokê Parleman Dr. Yusuf Mihemed ji kar dûr xist heta mafê wî ya çûna Hewlerê jî nîne. Esas Barzanî û PDK dixwaze meqama Serokatiya Herêma Kurdistanê bi qanûnî bike ji ber li gorî yasayan ti kes nikare ji 8 salan zêdetir bibe serokê herêmê. Mijar ne ew e û jixwe pir hatiye ziman jî lê di rewşeke wiha de planên Erdogan û PDK’ê diketin bin çavdêriya mekanîzmaya hundirîn, ji bo vê yekê jî PDK derbe li hemberî parlemanê kir. Ne tenê Serokê Parleman, ti mixalafet û kesên xwedî ramanên cuda jî nikarin li Hewlerê û Duhokê bimînin, ger bimînin jî tên kuştin an tên dersînorkirin ji wan bajaran. Herî dawî komeke pir biçûk peymaneke mezin ya petrolê bi Rûsiya re îmza kir ku bûbû sedema gengeşiya mezin. Ji bo fermîkirin û vesazkirina talanên li ser dahata civakê vê carê biryara refarandûmê dan. Referandûm di erdnigariyeke wisa de tê kirin ku 13 baregehên serbazî yên dewleta Tirk bi çekên giran lê hatine damezirandin. 

Belê niha her kes dipirse ka referandûm ji bo çi ye û armanca wê çi ye, kê biryar da? PDK mahneya ku em nikarin bi Iraqê re bijîn derdixe pêş û alîgirên xwe bi hîs û motîvasyoneke netewperest mobîlîze dike û dixwaze peyam û boçûna ‘Êdî em nikarin bi Ereban re bijîn, ji bo vê divê em amadekariya dewletekê bikin’ belav dike.  Lê di heman rojê de yanî roja biryara referandûmê hatî girtin nûnerên xwe rêdike Bexdayê û ji Abadî re dibêje ‘Ev referandûm ne ji bo serxwebûnê ye.’ Xuyaye ev referandûm ji bo xurtkirina destê kesên heya niha hem talana qûtê civakê kirine û hem jî zêdetir hewcêdariya wan bi mekanîzmayeke navendî heye ku qaşo dixwazin bi dengê gel vê yekê rewa bikin. Ji bo vê jî lîstikeke gelek zirav û balkêş dikin. Di destpêkê de divê were gotin ku Başûrê Kurdistanê bi valahiyeke pir mezin ya fikir û krîzên siyasî, aborî û zihnî re derbas dibe. PDK bi hin têgîn û gotinan dilîze û dixwaze meşrûyeta dagirkerî û kontrolkirina civakê li ser bingeha van gotinan ava bike. Yek ji wan têgînan jî ‘netewî’ ye ku zêdetir bi aliyê nijadperestî ve diçe û ji prensîbên demokrasî bêpar e. Yek jî ji wan têgînan ‘serxwebûn’ e ku ji bo PDK’ê tê wateya dewletbûnê lê dewletbûneke çawa? Niha pir kes bi guman dipirsin, 26 sal in tiştek nemaye li herêma Kurdistanê nehatiye dagirkirin vê demê dewletek ava bibe jî wê bikeve xizmeta dagirkerên Kurdistanê û hin malbatan? Di welatek de ti destûr û qanûnên demokratîk nîne ku diyar bike referandûm wê çi encam bi xwe re bîne? Pir kes ji encamên derkevin bi fikar e û hin mamosteyên zanîngehê dibêjin ‘Tenê em dewletê ava bikin çawaniya vê ne girîng e, ev nêzîkatiyeke tewş e û şaşitiyeke dîrokî ye.’  

Çend meh ji bo temenê Parlemana heyî maye û divê di dawiya salê de were nûkirin lê PDK bi referandûmê dixwaze pêşî li vê gavê bigire. Divê parlemenê biryar li ser referandûmê bidaba lê Barzanî çend komîsyon ji kesên xwe û hin partî û kesên girêdayî wan avakirine da ku referandûmê bi rêve bibin. Mirov hewce nake pir pispor be û hûr bikole ku wê encamên referandûm çi bibe erê dibe na na? Wê mûheqeq erê bibe ji ber ku encamên vê referandûmê berê pir baş hatiye hûnandin û biryara vê referandûmê li Hewlêr behatiye girtin. Civîna hefteya borî tenê ji bo ragihandina vê biryarê bû jixwe partiyên din ku tevlî civînê bûne dizanin di encama siyaseta PDK´ê de ti serweriya wan nemaye. 

Referandûma ku divê 25´ê Îlonê were çêkirin herêmên yên dikevin nava madeya 140 ya destûra Iraqê wekî Şengal, Xaneqîn, Kerkuk nagire nav xwe. Ev jî bi fermî parçekirina erdnîgariya Kurdan e ku bi destê wan wê were êrêkirin.

Hîna referandûm nehatiye kirin mirovên xwedî nêrînên cuda gef li wan tê xwarin û li ser torên civakî wan reş dikin, mirov texmîn dike piştî referandûmê wê çi bi ser civakê ve bînin. Pirsa herî girîng civaka Başûrê Kurdistanê ji xwe bike ev e ku, di demeke ku hê nikarin meaşê karmendan bidin, welat bê destûr û qanûn tê birêvebirin, hemû dahatên herêmê hatine talankirin, ti saziyeke rêvebirinê ya demmokratîk nemaye, ew ê referandûm ji bo çi û ji bo kê were çêkirin?