Li hemû gelan pîroz be
Di daxuyaniya Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê de wiha hat gotin: "Em Newroza gelê xwe û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em hêvîdarin ku Newroza 2014'an ji tevahiya Rojhilata Navîn re demokrasî, azadî û aştiyê bîne. Gelê Kurd bi dehan sal in di Newrozan de têkoşîna xwe bilind kiriye û bi vî rengî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn hesreta jiyana azad û yekitiya demokratîk xurt kiriye. Hucreya bingehîn a çanda mirovahiyê li erdnîgariya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê Kurdan cejna herî kevin a mirovahiyê jiyaye û bi vîna jiyana azad û çanda xwe re zindî û xurt kiriye."
‘Bi berdêl em gihan îro’
Daxuyaniyê de têkoşîna hat dayîn hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Îro dema Newroz tê gotin, Kurd û Têkoşîna Azadiyê tê bîra mirovan. Eger îro Kurd veguheriye gelekî têk naçe û dildarê azadiyê, di vê de rola têkoşîna lehengî ya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan a ji bo zindîkirina Newrozê gelekî mezin e. Şehîdên me yên Newrozê Kurd ji nû ve zindî kiriye û rastiya gelekî bi canfedayî ji bo jiyana azad li ber xwe bide, afirandiye. Em, şehîdên xwe yên Newrozê yên hezkirina jiyana azad dane me bi minnetdarî û rêzdarî bibîr tînin."
Hilbijartin pêngavek e
Daxuyanî wiha dewam dike: "Gelê Kurdistanê ku Newroza 2014’an kir referandum û hamleya xweseriya demokratîk, dê hilbijartinên 30’ê Adarê yên rêveberiyên herêmî jî bîne asta herî girîng ya hamleya xweseriyê. Di heman demê de Newroza 2014’an di hilbijartinên herêmî de dê îradeya gelê kurd di kîjan astê de derbixe holê. Di vî alî de tevlibûna mezin ya Newrozê ji niha de îlankirina piştgiriya gelê me ya ji bo referanduma xweseriya demokartîk û qezenckirina hilbijatinên herêmiye."
Newroza Amedê fînale
KCK di daxuyaniya xwe de girîngiya Neroza li Amedê jî destnîşan kir û got: "Heta niha Êlih, Colemêrg, Sêrt, Mûş, Bedlîs û Geverê Newroza xwe pîroz kirin û em cejna hemû gelê xwe yên ku tevli Newrozê bûn slav û pîroz dikin. Divê Newrozên li Kurdistanê tên pîrozkirin bi Newroza Amedê re bigihêje lutkeyan. Tevlibûna bi mîlyonan a Newroza Amedê di heman demê de israr û sonda pêkanîna hedefên ku Rêber Apo di Newroza 2013’an de derxistibû holê ye."
Dengê xwe bidin aştiyê
Di dawiyê de KCK ji bo hilbijartinan bang kir û got: "Rêber Apo di Newroza 2013’an de hedefa Kurdistana Azad û tirkiyeya Demokratîk danîbû holê. Tevlibûna mezin ya Qadên Newrozê dê piştgiriya ku ji bo BDP’ê û HDP’ê bê dayîn di heman demê de piştgiriya ji bo hedefên ku Rêber Apo daniye holê be jî. Ger Newroza 2014’an bi hêz derbas bibe, tê wateya ku têkoşîna jiyana demokratîk û azad ya sala 2014’an bi hêz derbas bûye û dê teqez Tirkiye demokratîk bibe û Kurdistan azad bibe."
ANF/BEHDİNAN