Siyaseta dewleta Tirk a rehînkirina welatiyên Elman dewam dike. Di Adara bihurê de Elmanê 29 salî ê ji bajarê Giessenê Patrick Kraicker hat girtin û niha bi îdîaya ‘endametiya rêxistina terorê’ 6 sal û 3 meh ceza lê hat birrîn. Parêzerê wî Huseyin Bilgi wekî din da zanîn u bêyî ku tehliyekirina bi şert bê qebûlkirin, Kraicker 8 mehan di hepsê de bê ragirtin. Bilgi sa zanîn ku ew ê li ber biryarê rabe.
Patrick Kraicker 14´ê Adarê li Slopiyayê li devera eskerî ya qedexe hatibû girtin û rayedarên dewleta Tirk îdîa kiribûn ku wî dixwest biçe Rojava û tevlî nav refên YPG´ê bibe. Huseyin Bilgi di agahiyên dayî ajansa nûçeyan a Elman dpa´yê de da zanîn ku pêr di rûniştina duyem a dozê de di nava saetekê de dadgehê biryara cezayê hepsê yê 6 sal û 3 mehan li Kraicker birrî. Dayika wî Claudia S. jî dpa’yê re got, ew jî û kurê wê jî ji ber vê rewşê gelekî êşiyan e û kurê wê dixwaze êdî vegere mala xwe.
Îdîa derew in
Dayika wî got, îdîayên şahidê ku dibêje wî kurê wê li Rojava dîtiye, derew in ji ber ku di Çile de kurê wê li Elmanyayê bûye û ne doktor e jî: “Kurê min xerat e. Di vê dema dawiyê de jî nakliyeta paketan dikir.
Dozgeriya Tirk bi xwe bi wî daye îmzekirin ku wê xwestiye tevlî YPG´ê bibe, du kesan ew qanih kiriye; lê dayika wî ya ku tenê 6 deqîqeyan bi kurê xwe karî bipeyive, dibêje, “Kurê min bi Tirkî nizane. Hema çi danîbin ber wî îmze kiriye.”
Kampanya îmzeyan
Hevalên Patrick Kraicker li ser malpera www.change.org kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Tê de hatiye gotin Kraicker ji bo biçe serdana hevalê xwe yê zaroktiyê yê li Nisêbînê, li wê deverê bûye û wiha pê de çû: „Di çarçoveya kampanyana Ji Partrick re Azadî de em bang li wezareta karê derve ya Elman dikin da ku bike ku Kraicker tavilê bê berdan û vegere welatê xwe Giessenê.”
Di kampanyayê de heta niha 2 hezar 600 îmze hatine berhevkirin.
GIESSEN