Dewleta Tirk a dagirker, hem sûcên li dijî mirovahiyê dike bi guherandina demografiya herêmê, hem jî bi dizî û talana xwe, dike ku mirov bibêje, rehme li talankerên berê. Ev dewleta hanê, berhemên dîrokî yên ji Efrînê derdixîne jî didize û dibe Tirkiyeyê.

Çavkaniyên cihî yên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihandin ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji bo girên li gundê Birc Ebdalo bikolin, amûrên kolandinê anîne.

Li gundê Birc Ebdalo ku devereke dîrokî ye, gelek berhemên dîrokî û Şikefta Dodriyê ya ji serdema Romayê hene.

Li gorî agahiyan, çeteyan berhemên dîrokî yên ji herêmê derxistine, dizîne û şandine Tirkiyeyê.

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete beriya niha li gelek herêmên dîrokî bi taybetî li Cindirêsê, Sendîka û Eyn Darê berhemên dîrokî talan kiribûn.

 ANF / EFRÎN