Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêr li dijî kêmbûna meaşan û arizîkirina dibistanên fermî (dibistanên hikûmetê didin şirketên taybet) karmend û mamosteyan xwepêşandan li dar xistibûn. Lê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê mudaxele kiribûn û astengî derxistibûn.
Li gorî zanyariyên Rojnewsê ji çavkaniyên herêmê, di destwerdana hêzên rejîmê de gelek mamosta û xwepêşandêr hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê mamostayê bi navê Muxtar Esedî, dema vedigeriya mala xwe ji aliyê 4 kesan ve ku tê gotin girêdayî Îtlaata Îranê ne, hat girtin.
Li Urmiyeyê jî di dema xwepêşandana li ber avahiya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê de, hêzên rejîmê mudaxele kir û gelek kes girtin. Têkildarî rewşa kesên hatine girtin, heta niha tu zanyarî nehatine bidestxistin.
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê pêr li bajarê Sunqur yê parêzgeha Kirmanşan 3 welatiyên bi navê Kîwmers Wehzî, Cebar Hacî Muradî û Hadî Baqirî ji aliyê hêzên pasdaran ve hatine girtin.
SINE