Dr. Seevan Saeed: Projeya KODAR´ê eşkere miamele bi vê krîza mezin re dike û îşaret bi girîngiya hebûna her koma etnîk, dînî û çandî dike, tevî rêbaza rêveberiya civakî ya demokratîk, pirreng û ji jêr ve. Aliyê din jî ew e, rêzê ji pirrengiyê û nirxên demokratîk re digire, rê vedike ji bo beşdariya li çareseriyê ji bo her komê.

 

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Dersdarê li Shaanxi Normal University a li Çînê di beşa Dîrok û Şaristaniyê de Dr. Seevan Saeed li ser tesîra mueyîdeyan, krîza aborî, arîşeya di navbera DYE û rejîna Îranê de û projeya KODAR´ê de ji me re peyivî. Dr. Seevan Saeed dibêje, mueyîde wê tesîreke mezin li pirraniya xelkê neke, ji ber ku jixwe rejîmê berê jî miameleke gelekî xirab bi pirraniya milet re dikir. Lê ew reşbîn jî nîne, bi ya wî civakeke sivîl a çalak li Îranê heye ku gelekî parçebûyî ye. Bi ya wî, komên cihê bi awayên cihê nerazîbûna xwe îfade dikin, lê parçebûyîn, li pêşiya nerazîbûneke giştî û siyasî asteng e. Rewş herçendê herî zêde li deverên mîna Kurdistanê ku dewlet û rejîmê bi qest ew bi dezavantaj kirine, xirab be jî, li gorî Dr. Seevan Saeed projeya KODAR´ê dikare siberoja Îranê û nexasim jî Rojhilatê Kurdistanê biguherîne: “Têkoşîna belavkirin û teşwîqkirina van fikran bi awayekî çalak xuya ye û siberoja Îranê û nexasim ya Rojhilatê Kurdistanê wê guhertî. sedem jî projeyên bi vî rengî yên nû yên ku KODAR weke hêzeke nû, çalak û jidil a civakî, wan pêş dibîne.”

Li Îranê rejîma heyî, wê întîbayê dide çêkirin, weke ku ew bi temamî li ber xwe dide li dijî mueyîdeyên DYE´yê. Lê belê reaksiyonên ji nava rengên cihê ya siyaseta Îranê çi ne? Helwêsta rejîmê tê rexnekirin?

Ya rastî, rejîma li Îranê xwedî tecrûbeyeke dirêj a berxwedana li dijî DYE û welatên rojava ye. Jixwe di warê tepisandina xelkê xwe û rehîngirtina wan ji bo berjewendiyên rejîmê, dewama statukoyê de jî xwedî tecrûbeyeke dirêj û hovane ye. Dîsa jî reaksiyonên di nava welêt de pirreng in. Li aliyekî di nava sîstema rejîma Îslamî de gelek komên cihê hene ku mixalifên hev in. Ez behsa wê tişta jê re reformîst û tundraw dikim. Yan jî ewên didin dûv dewletê û ew ên li ber radibin. Li aliyê din jî gelek komên cihî, herêmî û neteweyî hene ku li dijî dewlet û rejîma Îranê ne. Ew nerazîbûna xwe bi protestoyên cihê nîşan didin. Ji ekolojîstan heta bi hunermendan, ji tevgerên jinan heta bi komên doza azadiyeke bêhtir a civakî dikin, di nava van de ne. Lê belê ev kom ji ber hişkî û zilma rejîmê, illeh ajandaya xwe ya siyasî eşkere nakin.

Em behsa civaka sivîl bikin, ew çi dike? Gelo li dijî siyaseta ekspansiyonîst a rejîmê li Erebistanê û li Rojhilata Navîn ti mixalefeta wan heye?

Ew komên cihê ên li jor min behsa wan kir, jixwe beşek ji rêxistinên civaka sivîl in. Lê rastiyek heye, li Îranê nerazîbûn û aciziya xelkê civaka sivîl bi wî rengî li Îranê ava kir ku naşibe ya welatên Ereb. Li Îranê hizra yekîtî û hevgirtinê di navbera komên cihê de nîne. Bêyî dengênî û xirecireke mezin a siyasî, çalakgerên komên cihê yên etnîk hevkariyê dikin. Erdhej û lehiya li Kurdistan û Loristanê konsepta piştgirî û parvekirina jiyanê nîşan dide. Dewlet baş bi vê dizane. Ji ber wê jî ev hesta ewlekariyê ya li van deverên dîrokî xwe beşek ji rejîm û dewletê nahesibînin, zêde dike. Kurdistan meseleya deverek e ku rejîm weke ku ne di nava tesîra xwe ya mutleq de dihesibîne. Tişta ez dixwazim bibêjim jî ew e ku tevî çalakiya civaka sivîl jî, li Îranê û nexasim li herêmên Kurdan, zexta dewletê û astengiyên wê dijwartir in û gelekî bêhtir bi fen û fût in li gorî deverên din ên Rojhilata Navîn.

Gelo mueyîde krîzên aborî xirabtir dike? Civak vê çawa minaqeşe dike? Û gelo xelk amade ye xwe bide ber bêhtir barê krîzan û mueyîdeyan?

Ya rastî, hem beriya mueyîdeyan û hem jî piştî wan zehmetiya aborî ji bo pirraniya milet her hebû. Ji bo demeke dirêj, siyaseta ji xwe kêmkirinê bi zora dewletê dimeşî. Ji ber şerê Îran-Iraqê yê 8 salan û ji ber cezakirinên qismî yên qederê 40 salan, civaka Îranî rewşeke dijwar a aborî tecrûbe dikir, tevî kêmbûna xaniyan, perwerde, heta xwarin û vexwarinê. Bi her halî, vê rewşa xirab tesîr ti carî li lîder, rêveberên rejîmê û kesên dilsozê wan nekir. Ji ber vê yekê, mueyîdeyên nû ji bo pirraniya xelkê ti tişt neguherî. Tenê, rewş ji berê dijwartir bûye. Ez yeqîn dikim ku pirraniya xelkê, arîşeya di navbera welatên rojava û rejîma Îranê de weke pirsgirêka xwe nabîne. Ew dixwazin rejîm biguhere. Lê belê, nebûna alternatîfên siyasî û reel ji astengiyên herî mezin e ku pirraniya xelkê ji ber wê fikaran dike.

Eleqedarî vê pirsê, siyaseta rejîmê ya aboriyê tesîreke çawa li civakên Îranê dike, pê re jî înflasyon tesîreke çawa dike?

Dewlet û rejîm bi awayekî muezem qut in ji xelkê. Ji ber wê jî çarenûsa rejîmê û xelkê divê ji hev cihê bên dîtin. Gava hûn biçin nava xelkê nexasim jî li deverên rejîmê bêhtir bi dezavantaj kirî yên weke Kurdistan û Ehwazê, hûnê bibînin ka jiyana xelkê çiqasî zehmet e. Xizmeta tenduristiyê pirr xirab e, bêkarî zêde ye, rê xirabe ne, navgînên jiyan û xweşhaliyê kêm in. Ya ji vê jî muhimtir, hûn dikarin bi hêsanî bibînin ku rejîm çawa plana civakê xera bike bi teşwîqkirina narkotîkan, miameleya xirab a bi hawîrdorê re dimeşîne. Ji ber wê, mesele ne tenê înflasyon û krîzên aborî ne. Ya rastî rejîm bi xwe beşa mezin a krîza sereke ya pirr alî ye.

Li Îranê wekî din gelek pirsgirêkên mezin hene, pirsa neteweyan, komên etnîk çareser nebûya, ya komên dînî jî bi heman rengî ye. Arîşe û pirsgirêkên bi cîrana re jî rûnê ser kezebê ye. Bi vî halî Îran ber bi ku ve diçe?

Di siberojeke nêzîk de, ya ku dikare Îranê ji kaoseke mezin biparêze, dikare fikra birêveberiya pirr nasnameyan bi rêbazên demokratîk ku wê karibe rêzê bigire ji ciherengiyên li Îranê. Ya rastî rûbirûyî van krîzan hemûyan ku wê çêkirine, rejîm nikare demeke dirêj dewam bike. Fikrên navendîparêz û tepisandina yên din bi rêya gotara nêzîkatiya Îranîbûnê, nexasim bi fikra etnosentrîk a farsbûnê, wê êdî ji bo Îranê nebe çareserî. Beriya bi 40 salan rejîmê şoreşa gelan di bin şert û mercên taybet de dizî. Vê carê nabe ku dîrok xwe ducarî bike. Pirraniya xelkên Îranê cihêrengiyê qebûl dikin û rêzê ji cihêtiya yên din re digirin. Vê carê şert û mercên civakê guhertî ne. Lê belê, divê mirov her wiha fêm bike bê ka çiqasî mixalefeta siyasî (nexasim ya derveyî Îranê) lawaz û parçekirî ye. Ev astengiyeke mezin e li pêşiya guhertineke mezin a sîstemîk. Mixabin pirraniya partiyên siyasî, yên Kurdan ku ne li Îranê ne jî di navê de, ji wan nayê ku van bûyerên nû analîz bikin û rast bixwînin. Ji ber wê yekê hêza wan kêm e ji bo amadebûna beramberî guhertinên wê çêbin.

 
 

Hêzeke nû, çalak û jidil a civakî: KODAR

 

Projeya siyasî ya KODAR û PJAK´ê ji bo guhertina Îranê, gelo alternatîfek e? Û gelo aktorên siyasî vê projeyê minaqeşe dikin, heger dikin çawa dikin?

Ya rastî projeya vê dawiyê ya KODAR û PJAK´ê ji aliyê pirraniya aliyên ew xwendî ve şaş hat fêmkirin. Ya ji wê jî muhimtir, pirraniya partiyên siyasî, ku fêm nakin bêhtir ji wê, naxwazin fêm bikin jî, bi lez ew bi awayekî neerênî etîket kirin. Bi rastî jî, herçî proje bû, wê berê xwe dida du aliyên girîng ên çareseriyê. Ya pêşî krîza rêzgirtina ji nasnameyan re bû, ku fikra navendîparêz a dewletê û helwêstên ji vê mentalîteyê li meseleyê dinihêrin, timî weke tehlûkeyekê ji bo dewlet û welêt dibînin. Li Îranê û Rojhilata Navîn, pirsgirêkeke cidî ya rêznegirtina li nasnameyên gelek koman re heye, yên lawaz li derve tên hiştin û bi çand û nasnameya komên xurt tên asîmîlekirin.

Projeya KODAR´ê eşkere miamele bi vê krîza mezin re dike û îşaret bi girîngiya hebûna her koma etnîk, dînî û çandî dike, tevî rêbaza rêveberiya civakî ya demokratîk, pirreng û ji jêr ve. Aliyê din jî ew e ku heta ku rêzê ji pirrengiyê û nirxên demokratîk re digire, rê vedike ji bo beşdariya li çareseriyê ji bo her komê. Bi vê re jî ew maneyeke fireh ava dike ji bo prensîpên diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe ji bo her koma civakî, çandî û siyasî.

Em weke rastiyekê îfade bikin, proje dikarî bibe esasek ji bo destpêkirina serdemeke nû ji bo miletên vê deverê. Lê belê redkirin yan jî qebûlkirina projeyeke nû û cihê girêdayî asta cidiyet, serxwebûna biryardayînê û îradeya guhertina demokratîk a kom û partiyên Îranê ye. Mixabin, heta niha hêz û komên dikarin û dixwazin projeyeke bi vî rengî fêm bikin, hindikahî ne. Dîsa jî, têkoşîna belavkirin û teşwîqkirina van fikran bi awayekî çalak xuya ye û siberoja Îranê û nexasim ya Rojhilatê Kurdistanê wê guhertî. Sedem jî projeyên bi vî rengî yên nû ne yên ku KODAR weke hêzeke nû, çalak û jidil a civakî, wan pêş dibîne.