Şiyê


Di pêvajoya 6 salên şoreşê de me weke gelên li bakurê Sûriyê bi hev re têkoşîneke mezin a bê hempa da meşandin. Tevî hemû pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûriyê li ser hîmê neteweya demokratîk û bi projeya xweseriya demokratîk, me dest bi şoreşê kir û me bi hevdû re mohra xwe li bin gelek serketinên mezin da. 

Di pirraniya van herêman hatin rizgarkirin û di pêvajoya rizgarkirinê de ji hemû pêkhateyan bi taybet jî Kurd, Ereb û Sûryanan bi dehan şehîdên qehreman hatin dayîn. Êdî li ser vê xakê, xeta siyasî ya sêyemîn bi hev re em dimeşînin û di vê oxirê de nirxên giranbuha hatin afirandin. Êdî xwîna hemû pêkhateyan tevlî hev bûye û êdî ji hevdu qutkirin, li ser bingeha etnîk û mezhebî dûrxistina wan ji hevdu ne gengaz e. Ji ber ku projeya neteweya demokratîk ne projeyeke etnîkî û olî ye. Bi baweriyeke mezin li ser hîmê biratiya gelan û jiyana hevbeş e, ji bo vê yekê çawa me bi hevdu re li ser vê xakê li dijî hemû êrîşên rejîmê û ya komên çete şer kir û em bi ser ketin, di pêvajoyên diyalog û muzakereyan de jî em ê bi hevdu re bin yek ji van hebûnan nebe, ew ê tu peyman neyên îmzekirin. 

Lê rejîma BAAS’ê ya dagirker di vê demê de li pey lîstokan e û naxwaze vîna gelan bibîne. Bi yek gotinê Ereb û Suryanan li ser xwe hesab dike û dixwaze tenê bi Kurdan re hin nîqaşan bike. Bi vê dixwaze du peyaman bide, ya pêşî, dixwaze bibêje Ereb û Suryanî girêdayî min in pirsgirêka wan tine ye, pirsgirêk tenê bi Kurdan re ye, ji bo em Kurdan jî bêdeng bikin, em bi wan re tenê li ser rêveberiyên herêmî li hev bikin, ti pirsgirêkên me namînin. 

Ya din jî dixwaze bibêje, ev statuya ku gelan bi hevdu re ava kiriye, ne rewa ye, em rêveberiya xweser nas nakin, tenê hin mafên çandî yên Kurdan hene, em ê bidin. Ev mijar dê bi vî rengî biqede. Ev jî dide diyarkirin ka çiqasî rêjîm ji rastiya heyî dûr e û xwe dixapîne. Hîna bawer dike ku hakimiyeta wan li ser hemû xaka Sûriyê û gelên wê heye. Lê ev xwe xapandineke mezin e. 

Di vê dema dawiyê de bi navbeynkariya Rûsan hevdîtinek di nava partiyên Kurd de da destpêkirin, xwest piştî lihevkirina bi Kurdan re heyeteke ku muzakereyê bi rejîmê re bike, bê derxistin û dest bi muzakereyan bikin. Ev jî ji aliyê partiya Pêşverû ya Kurdistanê li Sûriyê ve jî hatibû pejirandin. Lê me weke Tevgera Civaka Demokratîk qebûl nekir, me xwest ku hemû partiyên Kurd amade bin û heyeta muzekereyan jî ne ji nava partiyên Kurd, ji nava rêveberiya xweser û partiyên derveyî rêveberiyê mayî bê derxistin. Lê ev yek ne bi dilê rejîmê ye, ne jî bi dilê ENKS û Pêşverû ye. 

Wê demê em dikarin vê bibêjin hişmendiya van hêzan hemûyan mîna hev e û binyada wan a hişmendî, siyasî û civakî pirrengînbûn û neteweya demokratîk ranake. Nikarin wateyê jî bidinê. Ev jî tiştekî xwezayî ye, ji ber ku ew hîn di sedsala 20’an de mane. Lê bila dilê gelên me yên Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din rehet be, me bi hev re dest pê kir, em bi hev re bi ser kevin û em ê bi hev re jî bi encam bikin.