Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya YRK’ê wiha ye; “Rijîma Îranê ya dagirker di van demên dawî de, di çarçêveya şerê taybet de êrişêke berfireh li hember gelê Kurd daye destpêkirin. Bi wê rêbaze dixwaze ku hêz û bawerî ya gelê Kurd parçe bike û bi kar anîna amûr û teknîka xwe bi hêz nîşan bide.
Di vê çarçoveyê de 1’ê Îlonê rejîma Îranê çiyayê Şaho da ber hewanan. Di vê êrîşê de tu zerarek negihiştiye hêzên me, lê belê eraziyên gel zerar dît.
12´ê Îlonê li Dîwandere, li gundê Diregewan, hêzên rejîmê dest bi operasyonê kirin, dewrûbera Kevirê Sprî û Mizgefta Mîrza topbaran kirin.
Her wiha di vê dema dawî de gelek caran dewleta Tirk a dagirker, li ser qadên Asos û Pênciwînê li ser hêzên me drona keşfê digerîne. Rejîma Îran jî bi heman awayî bi balafirên bêpîlot ên li ser qadên Rojhilatê Kurdistan digerîne dixwaze gel çavtirsandî bike.
NAVENDA NÛÇEYAN