Li Îranê raperîna gel a li dijî zêdekirina buhayê benzînê înê dest pê kir û piştre li tevahiya eyaletên Îranê belav bû, li Rojhilatê Kurdistanê jî mezin bû. Li gorî hin çavkaniyan di êrişên rejîmê de bi dehan kes, li gorî hin kesan jî bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Di dîmenîn li ser tora medya ya civakî de tê dîtin li Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewletê li hemberî xwepêşanderan sîlehan bi kar tînin.
Neteweyên Yekbûyî der barê rewşê de daxuyanî da û ragihand, ew bi fikar in ku di raperînê de heta niha bi dehan kes hatibin kuştin. Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle got ew ji ber bûyerên diqewimin di rewşeke 'alarm'ê de ne.
Colvîlle anî ziman ku li dijî xwepêşandêran fîşekên rastî tên bikaranîn û got, "Dibe ku bi dehan kes hatibin kuştin." Colvîlle ragihand ku hêzên rejîmê zêdeyî hezar kes girtine û bang li rêveberiya Îranê û hêzên wê kir ku hêza giran bi kar neynin. Colvîlle ji xwepêşandêran jî xwest ku xwepêşandanên xwe bi rengekî 'aştiyane' bikin.
Xwepêşandan aştiyane ne
Li gorî Rêxistina Efûyê ya navneteweyî 100 heta 200 kes ji xwepêşanderan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin. Rêxistinê diyar kir ku xwepêşandêr bi rengekî aştiyane çalakiyan dikin.
Di çapemeniya rejîma Îranê de jî hat îddîakirin ku di serhildanê de tenê 5 kes mirine û 3 ji wan endamên hêzên dewletê ne.