Rejîma Îranê doh danê sibehî li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Banê du kolberên Kurd kuştin. Piştî qetilkirina van kolberan, gelê Banê deriyê biryargeha eskerî ya bajêr şikand û Piştî nîvrojê jî çalakiyeke mezin a girseyî li dar ket.

Hêzên rejîma Îranê doh danê sibehê li Banê ya ser bi eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolber qetil kirin. Kuştina kolberan li bajêr bû sedema nerazîbûn û çalakiyeke mezin.

Nûçegîhanê ANF’ê Hîwa Şerîfî ragihand ku rejîma Îranê doh saet di 10.00'an de li nêzî gundê Hengajalê ya ser bi Banê kolberên bi navê Heyder Ferecî û Qadir Behramî qetil kirine. Wî got, hêzên rejîmê kolber kirine hedef û Ferecî yê ji gundê Şeşanê li cihê bûyerê, Behramî yê ji gundê Zimlayê jî dema ku rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Piştî vê komkujiyê, gelê Banê, li ber Biryargeha Eskerî ya Banê kom bû û dest bi çalakiyan kir. Di çalakiyê de deriyê biryargehê hate şikandin.

Çalakiya gel a li vê derê û nêzî vê derê dema nûçeya me dihat amadekirin dewam dikir û gelê Banê çalakiyeke girseyî li dar dixist.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku Muhamed Felahî bû Fermandarê eskerî yê hêzên rejîma Îranê ya dagirker li Banê, êrîş û zextên li dijî kolberan zêdetir bûne. 


 ANF/BANÊ