Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye destnîşan kir ku hêzên rêjîma Sûriyê û hin tabûrên Îslamî yên radîkal ên Cebhet El-Nûsra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê li ser agirbestekê li taxa Wair a bajarê Humsê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de li hev kiriye. Li gorî hevpeymana ku di navbera hêzên rêjîma Baas û Cebhet El-Nûsra û DAIŞ’ê de hatiye îmzekirin, di dema agirbestê de wê kesên girtî werin berdan, sazî û navendên hikumetê yên li taxê wê jinûve werin aktîfkirin, pêdiviyên tenduristî û mirovî wê derbasî taxê bibin, divê deriyekî bi ewle ji bo derbasbûn û derketina ji taxê were vekirin, divê nêzî 3 hezar û 200 endamên hêzên Îslamî ji bakûrê Hums û Hemayê vekişin, divê koma yekem a çeteyên Cebhet El-Nûsra û yên DAIŞ‘ê ji taxê derkevin û derbasî gundewarên Hema û Îdlibê bibin, her wiha leşkerên din wê li gorî koman ber bi gundewarên bakûrê Hemayê ve werin derxistin. Li taxa El-Wair nêzî 45 tabûr hene, ji nav wan çeteyên Ehrar El-Şam, çeteyên El-Nûsra, Tabûra El-Cîhad El-îslamî û hin komên ser bi DAIŞ’ê ve hene.
NAVENDA NÛÇEYAN