Yek ji serperiştiyarên xwepêşandanê Cemal Hemo diyar kir ku di sedan welatiyên kurd beşdarî xwepêşandana îro bûn û reftarên rejîma Sûriyeyê şermezar kirin.
Hemo aşkere kir ku ji roja ku raperîn li bajarên Sûriyeyê peyda bûye, rejîma Sûriyeyê bi dirindanetirîn awa reftarê digel xelkê Sûriyeyê dike.
Hemo got, “Pêwîst e Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan yên cîhanî bêdengiya xwe ya li hemberî reftarên Sûriyeyê yên li dijî gelê Sûriyeyê nemaze gelê Kurd, bişkînin.”
Xwepêşanderan paşî daxwaznameyek dan Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî li Hewlêrê.
Tê ragihandin ku ji destpêkê bûyerên li Sûriyeyê, 2100 kes hatine kuştin û 26 hezar kes jî hatine girtin û 12 hezar ji wana heta niha di zindanê de ne.
‘Îran dê li Sûriyeyê baregehekê damezrîne’
Rojnameyeke Birîtanyayê belav kir ku Îran û Suriyê li ser damezrandina baregeheke leşkerî ya Îranê li bajarê Lazqiye rêkeftine ku dikeve ser qeraxê deryayê naverast. Armanca damezrandina wê binkeyê jî ew e ku derbazkirina keresetên leşkerî û çekên Îranê bo Suriyeyê hêsantir be.
Rojnameya Daily Telegraphya Birîtanyayê ji zarê berpirsekî ewlehiyê yê rojavayî belav kiriye ku biryar e Îran dawiya sala dahatû karên wê baregehê leşkerî temam bike û rêkevtin jî ji aliye şêwirmendê Serokomarê Suriyê Beşar Esad yê bo karûbarên ewlehî lîva Mahmud Nasif Xeyîr Beg ve digel aliye Îranê hatiye îmzakirin.
Navborî da zanîn ku vekirina wê baregehê leşkerî rêyeke rasterast e bo veguhastina çekên Îranê bo Suriye û êdî pêwîstî aliyê sêyê wek Tirkiye nine bo veguhastina çekên Îranê bo Suriyeyê.
'5 hezar Filistînî ji Lazqiyê direvin'
Saziya penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UN) ragihand ku paş hêrişên giran yên artêşa Sûriyeyê li ser Lazqiyê, 5000 penaberên Filistînî ku li navçeya El-Rimil ya wê benderê, niştecê ne, ji bo xwe rizgar bikin direvin
Her wiha saziya NY'yê da zanîn ku 4 ji wan penaberan jî hatine kuştin û ji dewleta Sûriyê xwest ku rê bide ji hêzên alîkar re ku biçine kampa penaberên Filistînî. Hêjayî gotinê ye ku li Sûriyeyê 10 hezar penaberên Filistînî hene ku li kempa El-Rimil a Lazqiye yê dijîn.
Lazqiye paş Hema û Der Elzurê, yek ji wan bajaran e ku artêşa Sûriyeyê girtiye û komkujiyên mezin li wê derê dest pêkiriye. Hejmara kuştiyan li Sûriyeyê ji Adarê heya niha ji 2 hezar kesan derbas kiriye. n HEWLÊR/LONDON