Li Helebê 8 kes hatin kuştin
Balafirên rêjîma Baasê bi bombeyan û bermîlên teqemenî êrişî gelek taxên Helebê kirin. Di encamê de zarokek û jinek bi giştî 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wiha nexweşxaniya Kînene ya li bajarokê Darit İzzê a li bakurê Helebê bi bermîlên teqemenî ji aliyê rêjîmê ve hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de ziyanên madî bi nexweşxaniyê bû û du tirimpêlên ambulansê hatin rûxandin. Li aliyê din çekdarên opozîsyonê jî bi topên hawanê û rûkêtan taxa Mogenbo ya di bin kontirola hêzên rêjîmê de, bajarokên Nibol û Zehrai ya ku şêniyên wan şîî ne topbaran kirin, her wiha tirimpêlên leşkerî yên rêjîmê li ser riya Xenasêr li rojhilatê Helebê hedef hatin girtin. Di encamê de 6 leşkerên rêjîmê hate kuştin.
Li Kobanê 4 çete hatin kuştin
Komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî gundê Dugrman ê rojavayê herêma Kobanê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG'ê de 4 çete hatin kuştin û gelekî jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya ANHA´yê komên çete yên DAIŞ'ê ji bajarokê El-Şiyûx êrîşî gundê Dugirman ê 40 km li rojavayê bajarê Kobanê dikeve kirin. Li ser vê êrişê komên çete rastî bersiva tund a şervanên YPG'ê hatin.
Çete reviyan
Di encama pevçûnên di navbera herdu aliyan de 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn û komên çete neçar man ji herêma şer birevin. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundên Kurdan ên rojavayê herêma Kobanê dewam dikin û gundên Zor Mexar û Borzan rastî êrişa bi topan ya çeteyan hatin.
DAIŞ’ê astengdarek girt
Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê beriya du mehan welatiyekî astengdar ku nexweşiyeke psîkolojîk pêre bû, girtin. Li gorî agahiyên ku malbata welatiyên bi navê Mihemed Nebo yê ji gundê Çoban ê başûrê herêma Kobanê dan, beriya du mehan dema kurê wan yê astengdar diçû serdana bijîşkê psîkolojîk, çeteyên DAIŞ’ê tenê ji ber ku Kurd e, ew girtin û birin bajaroka Sirrîn. Malbatê diyar kir ku kurê wan di zîndanên çeteyan de rastî îşkenceya canî û psîkolojîk hatiye, tevî ku bi xwe nexweşekî psîkolojîk e.
Malbatê diyar kir ku li gorî kurê wan gotiye, ew neçarî erzberkirina Quranan Pîroz kirine, bêyî ku tiştekî jê fêm bike û daye zanîn ku hejmara wan di odeyeke zîndanê de ku ji 4 mîtreyan pêk dihat, 35 kes bûn û hemû ji pêkhateya Kurd bûn. DAIŞ´ê piştî du mehan Mihemed Nebo yê astengdar serbest berdan. Hêjayî gotinê ye, çeteyên DAIŞ’ê ev demeke dirêj e ambargo daniye ser herêma Kobanê û welatiyê Kurd direvinin.
ANHA/QAMIŞLO