Kurd dibin xwedî vîn
Rencder diyar kir ku ew bihîstina wê nûçeya xweş pir dilşa bûye û wiha pêdeçû: "Ew yek bû sedem ku heta dijmin jî li hemberî vê yekê rawestin. Yê bi vê nûçeyê keyfxweş û serbilind dibe, çavkaniya xwe ji wê yekê werdigire ku neteweya me êdî bûye xwediyê vîna xwe. Bûye xwediyê wê yekê ku bi xwe biryarê bide. Ev yek wê heta dewletekî serbixwe jî bidome. Ev ragihandin bû cihê keyfxweşiya her kesekî neteweyî.Hêza siyasî û leşkerî ya li rojavayê Kurdistanê karî bi wêrekî û vînekî mezin wê biryarê bidin. Ji bo ji her kurdekê re bibe şahiyek. Ev jî cihê keyfxweşiya me hemûyan e."
Destkeftiyê me tevan e
Lalo Rencder diyar kir ku her kes bi wê mizgêniyê keyfxweş bûye û wiha got: "Ev ne tenê dîtina min e, belkî nêrîna hemû rewşenbîr û şivanekî Kurdistanê ye. Ger mirov ji pîrejin û zarokekê jî bipirse, herdemê yekrêzî û berî wê jî divê em bêjin hişyariya neteweyî, yekrêzî û vîna neteweyî. Nabe ev tiştane tenê bi dirûşmeyan be, divê di pratîkê de jî werin îspatkirin. Îradeya neteweyî wê bibe sedem ku partiyên din jî dest ji fikrên teng ên hizbîtiyê berdin, berjewendiyên bilind ên neteweyî danin li jora hemû berjewendiyan."
Bila başûr nas bike
Hunermend Lalo Rencder da zanîn ku divê partî û aliyên siyasî yên Başûr piştgiriya Rojava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêşniyarên min ji hemû hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê ew e ku dest ji berjewendiyên demkî, şexsî yan jî hizbî berdin. Divê em hemû bi awayekî mentiqî temaşeyî vê meseleyê bikin. Divê piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber serkeftina rojavayê Kurdistanê, hêviya daxwazên kurdan zêdetir dike. Ger rojavayê Kurdistanê rastî her şikestinekê were, wê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Ev jî wê kurdan ji daxwazên wan dûr bixe."
DÎHA/HEWLÊR