Ez hez ji karê vîdeo nakim. Ez hez jê nakim, ew jî şêwazên hunerî ne. Înstalasyon in, performans in, karê vîdeo û postmodern û nizanim çi ye. Ji bo min resm dest û hest in.
Luqman GULDIVÊ
Şêrko Celal di nava 15 salan de ji bo kanalên televizyonên Kurdî, Medya TV, Roj TV, Stêrk TV´yê qederê 350 bernameyên li ser şêwekariyê û li ser şêwekarên Kurd çêkirine. Ew bi xwe jî yek ji hunermendên ”jêhatî ye” û ji bo mêvanên bernameya xwe jî dibêje, bi pirranî, ji wan hunermandên bi kalîteya xwe baş in û peyva ”top” ji bo wan bi kar tîne. Şêrko Celal, bi îhtîmam îşaret pê dike ku jêhatîbûna hunerî û behremendiya hunermend bi xwe di mijara peydebûna hunermendên cihanî de diyarker nîne û bi ya wî dezgeh û saziyên dewletî geek caran ji bo peydekirina hunermendên bi vî rengî pêwîst e. Em bi Şêrko Celal re li ser hunerê wî û bernameyên wê yên li ser şêwekar û şêwekariyê peyivîn.
Karê hunerê li cem te kengî dest pê kir, te kengî bi rastî dest bi şêwekariyê kir?
Birayê min Rehber, muzîkjen bû, awaz jî datanî, hunermendekî mezin bû. Ew û Ebdula Peşêw ji zaroktiyê ve heval bûn. Paşê her du li Rûsya bi hev re bûn. Rehber akademî xwend. Wê gelekî alîkariya hevalan jî kir, ya PKK´ê. Ew birayê min ê mezin bû. Wî ji min re got, tu wê bibî resamekî gelekî mezin. Ji ber ku tesîra wî li ser min gelek bû, ji xwe piştî ku dît ez ji rengan û xêzan hez dikim, gelekî alîkarî bi min re kir. Ew beriya min bi sê çar salan çûbû Bexdayê li Peymangeha Hunerê Bedew bixwîne. Gava min jî lîse qedand, wî ez mecbûr kirim ku li Peymangeha Hunerê Bedew bixwînim. Axir destpêkirina min a rahiştina hunerê resman û şêwekariyê her bi karîgeriya birayê min Rehber bû.
Xwendina li peymangehê 5 salan kişand. 3 sal bi giştî bû, ji seramîkê heta bi rengan, mirov bi her tiştî dadiket. Piştî sala sêyem, kîjan dersa te baş bû, lazim bû mirov îxtîsasa xwe bike. Ya min di beşa reng û xêzkirina bi qelemê de bû. Ev pênc sal her bi karê akademîk rabûm. Mamosteyên akademiyê ji karê min ê realîst gelekî razî bûn.
Jixwe di îmtîhana qebûlkirina 60 kesan ji bo îxtîsasê di nava 3 hezar kesan de ez bûm kesê sêyem. Mamosteyên me ji me re gotin, hûn dibine hunermend, jiyana xwe hemûyî hûnê huner bikin. Axir ev pêşbîniya wan rast bû, lewma gelek kesan peymangeha hunerên bedew diqedand, lê dev ji huner û resmê berdida. Min dev ji resmê berneda.
Jixwe paşê, min wiha hest pê kir, heger hunermendek hinekî xwende be, xwe karibe perwerde bike, karibe rexneya hunerî bike, divê karibe di nava çapemeniya Kurd jî ji xwe re cihekî ava bike. Ev bernameya li ser resmê li Roj TV dest pê kir. Lê beriya wê min sê salan di bernameya Roj baş Kurdistan de jî kar kir û beriya wê li ser dîroka muzaxaneya Louvreê min bername çêkirin.
Ji sala 1991´ê heta sala 1995´an min li ser Louvreê lêkolîn kirin û min lêkolînên xwe wergerandin Soranî. Min dixwest wê bikim pirtûk. Lewma ji bo min dîroka muzexaneya Louvreê ne tenê dîroka resm û resaman bû, ew dîroka Fransa û hunerê rojavayî bû û bi ya min girîng bû.
Axir gava çûm televizyonê, li wir ji min re gotin, mamoste, ji bo çi tu wê bi tablo û vîdeoyan nakî bername? Ji ber wê jî min ew kir bernameyeke ji 24 xelekên 25 deqîqeyî. Sala 2000 ta 2001´ê li Medya TV bû.
Axir piştî ku sê salan min di bernameya Roj baş Kurdistan de jî kar kir, di ROJ TV de min dest bi bernameya ”Tîjkî Huner” kir, heta ku ROJ TV hat girtin. Ev pênc sal in bi navê ”Rêjneyî reng” di Stêrk TV de bernameya bi hunermendên Kurd re çêdikim.
Şêwazê te yê hunerî çi ye, wek stîl û rêbaz?
Karê min bi pirranî abstrakteke fîguratîf e, lê hindek caran abstrakteke kamil a bê fîgur e, tenê reng in. Di destpêkê de min gelekî hez ji terzê realîzmê dikir. Ev deh sal in, ez bêhtir abstrakt kar bikim jî hin caran vedigerim ser şêwazê realîzmê. Realîzma min jî bêhtir ber bi împresyonîzmê ve diçe. Tu rastiyê bivê, ji ber pêdiviyên madî, ji ber ku gelek xelkê Fransî hez dikin, ez karê împresyonîst jî dikim, pirranî derya, ketî û filan in.
Ez hez ji karê vîdeo nakim. Ez hez jê nakim, ew jî şêwazên hunerî ne. Înstalasyon in, performas in, karê vîdeo û postmodern û nizanim çi ye. Ji bo min resm dest û hest in. Pêşî beriya ku tu dest biavêjî rengan, mejî dil hişyar dike, dil hestan û paşê jî çav gelekî muhim e. Axir ev meseleya kompûter û van tiştên hanê, aqlê min ji wan nabirre. Ev fikra min e.
Ne ku tiştekî şaş e. Felsefeya huner heye, yên ku di bawara teknolojî û rêbazên nû dinivîsîn hene, dibêjin, hunerê resmê jî bi teknoljiyê re bimeşe. Lê ji bo min, resm û tablo, mesele kevaleke di nava çarçoveyekê de ku reng li ser in û bi dîwarekî ve hatiye hilawistin. Lê înstalasyon, gelo tu dikarî bikirrî, bînî mala xwe deynî? Nexêr. Ev ji bo min karên demkî ne. Ji bo înstelasyonekê carinan tu holeke dêwane bi kar tînî û materyalekî zêde. Piştî hefeteyê yan jî mudeteke diyar hemû ji hev tê xistin. Axir ji bo min, hunerê şêwekariyê reng e.
Li ser reng tu çi difikir?
Beriya vê, ez dixwazim îşaret bi minaqeşeyeke di nava Kurdan de a li ser reng bikim. Divê em li ser mutabiq bin ku reng gerdûnî ne. Kesk li Kurdistanê jî û li Emerîka jî her kesk e. Zer jî wisa, bi payîzî re belg û giya li Hindistanê jî, li Kurdistanê jî, li Fransayê jî her zer dibin. Reng ji bo min gerdûnî ye. Ango rengekî Kurdî nîne, yan jî ”rengê Kurdî germ e” ne gotineke di cih de ye. Ma reng li Kurdistanê ji Efxanistanê germtir in, yanî çi?
Herçî hunerê şêwekariyê ye li Kurdistanê em bibêjin bila rabihuriyeke wê ya 70 salan hebe. Zêdetir li Başûrê Kurdistanê, li Silêmanî, Hewlêr çend resam peyde bûn. Yek ji wan Daniel Qesab bû, bi xwe Cihû bû, Felah Hesen heye li Silêmanî. Wan li ser dîwarên qehwexaneyan resm çêkirine, resmê xwazayê. Karê wan ê esasî xweşnivîsî yanî xetatî bû. Li Kurdistanê îro jî adet e, kesek dikanekê vedike, van resaman menzereyeke Kurdistanê li ser dikanan datanî û bi xweşnivîsî jî navê wan datanî.
Reng kengî hatiye Başûrê Kurdistanê?
Ango reng beriya bi 70 salan hatiye Kurdistanê, helbet ev reng li Kurdistanê nehatine çêkirin. Reng ji Bexdayê û ji Ewrûpa dihatin û li Kurdistanê jî dihatin firotin. Wan kesan ji bo awayekî gelekî sade dest bi karê rengan kiriye û gelekî amator bûn.
Salên 50´î dîroka şêwekariyê ji bo Başûr jî li Bexdayê dest pê kiriye. Bla heta salên 45´an jî biçe. Ji Iraqê xwendekarên Ereb ku li Fransa xwendin û vegeriyan, li Bexdayê peymangeh avakirin. Dîroka şêwekariya Kurdistanê jî ha li wir vedigere. Jixwe ji ber vê yekê jî li gorî beşên din ên Kurdistanê şêwekarî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê piçekî pêşketîtir e. Dîroka şêwekariya Rojava jî dişibe vê û teqrîben di heman demê de ye. Ji ber wê jî hunermendên me yên zor baş hene li wir, yên weke Malva hunermendekî zor gewre bû, rehmet kir, wekî din Ziwêr Hesîb û Behrem Haco hene. Ew jî vedigere dîroka akademiya Şam û Helebê wan.
Li Bakur û Rojhilat bi karê di asta akademiyan de nû nû radibin; va ye li Amedê hene, ew jî bi pirranî amator in. Rast e li nav Tirkan hinek hene, lê ew di wê astê de ne, heta ku nabêjin ew Kurd in jî. Ew li Stenbol, Enqere û bajarên Tirkiyeyê mezin bûne û muhtemel e ku bi Kurdî jî nizanibin. Min bi xwe ji bo bernemeyê nav peyde kirin, lê wan qebûl nekir ku ez bernameyê bi wan re çêkim. Li Rojhilat, nexasim li Mehabad û Sine rewş li gorî Bakur hinekî baştir e. Van 15 salên bihurî hem resam û hem peykertiraşên baş peyde bûne li wir.
Ez wekî din elaqedarî pirsê bibêjim, hunerê Kurdî nîne. Hunerê ku hunermendekî Kurd çêkirî hene. Gava ku wî şivan, pez, kon, awayê jiyana rêûresma Kurdistanê resm kiribe, hingê wî motîfên Kurdî bi kar anîne. Lê ew ne hunerê Kurdî ye, ew kelepûra Kurdî ye.
Mesela resmeke min a abstrakt, heger navê min li bin nebe, kes nizane ka hunermendê çêkirî ji kîjan miletî ye. Belkî Fransiyekî çêkiribe, belkî jî Emerîkiyekî. Abstrakta mutleq jixwe tenê reng e, yan bi kontrast yanî sar û germ weke zerek li gel şînekî, yan jî bi harmonî û aheng kar hatiye kirin.
[gallery ids="145507,145505,145504,145503,145502"]Tu kîjan rengan tercîh dikî, yan jî hîç rengên tu tercîh dikî hene?
Meyla min a ji bo rengekî nîne, ez bi giştî hez ji rengan dikim û hemû rengan jî bi kar diînim. Lê helbet, heger ez deryayê xêz bikim, reng diyar in. Rengê deryayê, yê plajê ew xweza diyar e. Ez bibêjim gava tu zivistanê xêz bikî, ezman gewr e, risasî ye, ewrê spî lê hene, dibe ku berf hebe. Ango meyla rengan na, lê tercîh bi tişta ez xêz dikim diyar dibe, bihar be mesela reng bêhtir kesk e, şîn e û rengên biharê ne. Naverok jî diyarker e. Heger şîneke be, nabe ku rengên şahiyê bi kar bînim. Zer, narincî, sorê zelal ên şahiyê ye; lê rengên şînê tarî û rengên tije û tarî jî weke rengên xembar tên dîtin. Jixwe bi Fransî gava çêl li van rengan bê kirin dibêjin, rengên xembar. Gava tu tabloyekê li ser Helebce çêkî divê tu wan rengan bi kar bînî ku rengên xemê ne, yan jî xemê tabîr dikin.
Di encama 350 bernameyan de tu asta hunerê Kurdî çawa dinirxînî?
Gelek hunermendên me hene, ku hunerê wan di asta hunerê bilind ên dinyayê de ye û heta belkî ji wan jî baştir in. Lê belê, ji ber ku em ne xwedî dewlet in, dam û dezgehên mezin li pişta wan hunermendan nîne ku reklama wan bike da ku bibin hunermendên cihanî, hunermendên me yên Kurd ên cihanî nînin.
Li vir a ku ez dibêjim bila şaş neyê fêmkirin. Gelek hunermendên me hene ku di asta hunermendên cihanî de ne û heta yên karê xwe baştir jî dikin hene.
Di sînemayê de jî wisa ye, hunemendên me yên mezin hene, Yilmaz Guneyê me hebû, Behman Qûbadiyê me heye, lê wek hunermendekî cihanî biya min em nikarin wan bi nav bikin.
Mesela weke şair, Ebdula Peşêw, ez niha derkevim kolanên Lilleê bipirsim ka Ebdula Peşêw kî ye, kes wê nizanibe, kî ye, heta belkî li bajarê jê ye jî gelek kes wî nas nekin, ji ber ku ev 25 sal in li Helsînkî ye. Ne ku hunerê wî yê şiirê ne baş e, lê nayê nasîn.
Nebûna dam dezgehên mezin, yan jî dewletî ji bo hunermendên Kurd pirsgirêkeke mezin e; lewma kesên ku bazirganiyê jî bi berhemên hunerî dikin, gava bên li tabloyeke min binihêrin, bibêjin, ez ê 2 hezar euro bidim, ez dizanim, ew ê bi 20 hezaran bifiroşe, lê ji ber ku ew dam û dezgehên lazim ji bo me nînin, rewş jî ev e.
Şêrko Celal huner û televizyon
Şêrko Celal ji bo mêvanên bernameya xwe ku niha di Stêrk TV (Rêjney Reng) de tê weşandin û yên bernameya xwe ku ku berê di ROJ TV (Tijîkî Huner) de dihat weşandin, dibêje, ew ehlê hunerê xwe bûn, dîplomayên wan ên mastir, doktora yan heye, yan jî xwedî tecrûbeyeke qebûlkirîne ji 30-40 salan û vir ve. Wekî din bernamevan divê alîkar be bi hunermendên ciwan re jî. Şêrko Celal pê serbilind e ku bi hunermendên Kurmancî, Soranî û Kirmanckîaxêv re bername çêkiriye.
Şêrko Zelal bi xwe 14 salî resmê nas dike. Ew sala 1981´ê ji Kurdistanê derdikeve û gava diçe Fransa 21 salî ye. Ew bi lez dikeve nava civaka Fransî ya li paytextê. Îro jî ew hem bi karê hunerê radibe û hem jî bernameçêker e. Li bajarê bakurê Fransayê Lilleê dijî.
‘Yanî bûye Elman ha’
Hunermendeke jin a ji Silêmaniyê, li Elmanyayê dima, li Stuttgartê, ez naxwazim navê wê bibêjim. Hunermendeke amator e. Lê ji bo ku jin jî di ekranê bêhtir xuya bikin, em tercîh dikin cih bidin jinan. Axir ji bo bernameyekê gava ez li Mannheimê bûm, bi rêya telefoneke ji hunermendî re wê hunermendê xwest ku Şêrko Celal bi wê re jî bernameyê çêke. Min jî got, temam bila telefonî min bike. Paşê min telefonî wê kir û min got, em bên bernameyê çêkin. Hîna nû 5-6 sal bûn ku ew ji Kurdistanê derketibû. Ez bi xwe sala 1981´ê ji Kurdistanê derketim. Axir, bi erebeyê piştî rêwîtiyeke 6-7 saetan, em nêzîkî bajêr aliqîn, rê asê bûn. Min gotibû em ê saet çaran bigihin. Saet 4 û nîv axir, kameramanê me Cemal, got mamoste telefonî hunermendê bike û bibêje em ketine nava îzdîhama seyareyan, da zanibe em ê dereng bigihîjin. Min telefon kir, ranehiştiyê, paşê dîsa min hewl da, mêrekî rahiştiyê, got, ez hevjînê wê hunermendê me. Min got, ma filan kes li mal e got, na. Min got, çima, ez ji ROJ TV têm ji bo bernameyê, civanê min hebû ligel wê?
Qaşo weke Ewrûpiyan dike, lê Ewrûpî teqdîra rêya dûr, qeza û îzdîhamê dikin; lê hevjînê wê got, ew roportaja te qebûl nake, ji ber ku tu dereng maye. El esas, yanî bûye Elman ha.
Samî Dawid ji Rojava ye û li Başûr jî baş tê nasîn, wî hîna duhî ji min re got, kesek nemaye li Silêmanî ku bi vê meselê nizanibe.
Axir ji bo min dîsa xêr bû. Me telefonî Behrem Haco, Mîrê Hêkan û bi giştî min wê rojê hevpeyvîn bi 5 hunermendan re eyar kir û me bername çêkirin.