Koma Muzîkê ya Danuk, reng û çavkaniya stranên xwe ji newaya folklor û çanda Kurd digire, amadekariya albuma nû dike. Koma Danûk ku navê xwe ji xwarina Kurdan a herêmî ya ji genim çêdibe digire, ji aliyê 2 ciwanên Rojava û 2 ciwanên Bakur ve hatine avakirin. Ciwanên Rojava yên berî şerê li Sûriyê dema li Zanîngeha Haseke dixwendin Hozan Peyal û Ferhad Feysal hatin Stenbolê û bi ciwanên Bakur Gul Temiz û Faysal Macid re kom ava kirin. Piştî kom avakirin li ser newa û mûzîka Kurdan a gelêrî xebat meşandin û hewl didin ku newaya Kurdan a gelêrî bi stranan têxin xizmeta civaka Kurd. Ji roja kom ava bû heta îro li Stenbolê konserek dan. Koma Danûk, dema konser da, dan pijandin û li guhdarên xwe parve kirin.
‘Hevnasîna me ne tesaduf e’
Endamê komê yê Rojava Hozan Peyal diyar kir ku wan navê koma xwe ji Danûk ê dema biçûk bûn dikelandin û li ber çîrok digotin girtine. Endamê Komê Feysal jî anî ziman ku ew bi kelecana Danûk muzîkê çêdikin û yê ew anîne cem hev muzîk e. Hevnasîna me ne tesaduf e. Şert û mercên jiyanê û fikrê em anîn cem hev. Me bi hevre kom ava kir û Koma ‘Danuk’ ava kir. Me bi çandiniya genim dest bi jiyanê kir. Me çand bi çandiniya genim dest pê kir. Danûk bingeha jiyan û çandê ye. Çawa dema me Danûk dikeland em bi kelecan bûn, niha dema em muzîkê çêdikin jî em ew qas bi kelecan in. Li Rojava muzîka kurdî qedexe bû. Her kesî çand û hunera xwe pêş dixist lê ji bo me qedexe bû. Xeyala me ew bû ku me zanîngeh xelas kiribûya û lîsansa muzîkê kiribûya. Me dixwest folklora kurdan pêş bixin. Niha em vê xeyala xwe pêk tînin.”
Hêrs û hezkirina jinê
Endama Komê Gul Temiz jî anî ziman ku di Danûk de awaz û hêrsa jinê heye û got: “Dengê Meyê hêrs û hezkirina jinê heye. Îsyan û serhildana jinê heye. Ruhê jinê dide xuyakirin.” Endamê Komê Faysal Mecît jî anî ziman ku ew dixwazin bi vê komê çand û muzîka xwe bi rengê xwe bidin xuyakirin.
DÎHA/STENBOL