Hunera ku di civakên bi ajaldariyê re mijûl dibin de zêde xuya dike, bi destê jinan heya roja îro hat û di salên dawîn de jî ji ber ku zêde kes pê re eleqedar nabe û wek kareke giranbuha nayê dîtin bûye kareke ji rêzê. Abdulkadir Garipgazioglu jî kesek ku bi vê karî re mijûl dibe yek e. Garipgazioglu beriya 14 salan ji ber diya xwe di ser mala xwe de dest pê kir. Garipgazioglu, di jiyana xwe de ji diya xwe nedît lê mehfûra ku ji diya wî ma bû sedema destpêkirina vê karî. Garipgazioglu, destnîşan kir ku wî ji ber ku serpêhatiyên diya wî bijî dest vî karî kir. Garipgazioglu, diyar kir ku wî di biçûkatiya xwe de jî xwestiye vî karî bike û wiha got: “Min di biçûkatiya xwe de jinên ku mehfûran dirêstin temaşe dikir. Bi mehfûra diya xwe jî min dest vî karî kir.”
Garipgazioglu, katalogek rengan a bi zimanê kurdî jî amade kiriye navên rengên ku amade dike jî di nav katalogê de nivîsandine.
COLEMÊRG