Cejna Çarşema Sor a civaka Êzdî di serî de li Şengal, Kurdistan û Ewrûpayê, ji aliyê Êzdiyan ve tê pîrozkirin. Êzdiyên Efrînê yên li Şehbayê bi dirûşmeya “Vejîna Çarşema Sor soza rizgarkirina Efrînê ye” li Kampa Serdemê cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Welatiyên Êzdî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi komên xwe yên Stran û guvendê kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Cejna azadî û rûmetê
Bi heman armancê, sersala Êzdiyan li Serêkaniyê jî hat pîrozkirin. Şêniyên Serêkaniyê ya li kantona Hesekê, çûn serdana Mala Êzdiyan a li Serêkaniyê. Li ser navê Mala Êzdiyan, endamê rêveberiya Mala Êzdiyan Elî Şêxo bixêrhatina mevanan kir. Endamê Buroya Têkiliyên Giştî a PYD`ê li kantona Hesekê Xelîl Hesarî bi navê şandeyê axivî, cejn li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir û got, “Ev ax hate afirandin da ku hemû gel û pêkhate lê bijîn, em hêvî dikin ku her tim boneyên me azadiyê pêk bînin, ji ber ku azadî rûmet e.”
Çarşema sor pîroz be
Li bajarê Tirbespiyê û gundên wê jî cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin. Bi boneya rojê hêk hatin rengkirin ku ev yek jî rengên jiyan û biharê nîşan dide. Her wiha şêniyên Tirbespiyê serdana malên şêniyên pêkhateya Êzdî kir û cejn li wan pîroz kir.
Bingeha aştiyek mayînde
Gelek sazî û rêkxistinê Kurdistanî bi wesîleya cejnê peyamên pîrozbahiyê dan. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), cejna Çarşema Sor li civaka Êzdî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz pîroz kir û got; “Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde ya nava civak û gelan.”
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî bi peyameke nivîsî cejna serê salê ya Êzdiyan a Çarşema Sor pîroz kir. Tevgera Azadî diyar kir ku yek ji baweriyên qedîm ên Kurdistanê Êzdayetî ye û got, “Heger em çavekî li dîroka Kurd û Êzdayetiyê bigerînin, em dibînin ku em bi hezaran caran rûbirûyî ferman û êrişan hatine.”
Roja afirandina cîhanê ye
Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî (SMJÊ) jî Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, “Çarşema Serê Nîsanê, roja afirandina cihanê ye. Ji lewra jî ev cejn di cewhera xwe de bi taybetmendiya jinê re dibe yek.”
Li ser navê HDP´ê jî Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Çapemeniyê ya HDP’ê Azad Bariş peyameke pîrozbahiyê weşand û got, “Çarşema Sor tê wateya hêza qencî û hezkirinê. Ji ber ku cejn sembola jiyana civakî û aştiyê ye. Em dixwazin Çarşema Sor bibe wesîleya azadkirina jin û zarokên Êzdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de û bibe sedema têkçûna dijminên mirovayetiyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN