Gundê Girê Fera yek ji gundên Dêrike ye ku dest bi amadekariya demsala zivistanê kirine. Şêniyên gund ji ber sarbûn û germbûna rewşa hewayê ya herêmê ev bi sedên sala ye ku şênî vî xebatî û bi vî rêbazî bi hev re dibin alîkar.

Şênî berî ku dest bi avakirina malên xwe bikin despêke kelpîçan amade dikin û demsala havînê yan payîzê malên xwe ava dikin. Welatiyê bi navê Hatim Emar anî ziman ku xanî seyandin û alîkarî dayîn, hev rengiya jiyanê bedew dikin. Gel alîkariya hev dike, wext bi hev re derbas dikin û têkiliyeke germ bi hev rev çêdikin. Emar anî ziman ku divê em vê çanda xwe pêş bixînin û ti carî wenda nekin. 


DÊRIK