Gulseren Demirel: Ev siyaseta durû ya Elmanyayê ye. Hem ji bo têkoşîna tevgera Kurdan a li dijî DAIŞ´ê tu wê tevgerê pîroz bikî û hem jî sembolên wê li welatê xwe qedexe bikî. Nabe ku ev bê qebûlkirin. Her cara min keys lê anî, ez ê vê îfade bikim.
DÎLAN REŞWAN / NAVENDA NÛÇEYAN
Li eyaleta Elmanyayê Bayernê 14´ê Cotmehê di hilbijartinên parlamena eyaletê de Partiya Keskan (Die Gruenen) dengên xwe du caran li berê zêdetir kirin û bi ser ket. Partiya Keskan dengê xwe ji sedî 17’an bihurand. Li vê eyaleta ku polîsê wê zexteke mezin li Kurdan dike, siyasetvana Kurd Gulseren Demirel jî weke namzeta herêma hilbijartinê ya Giesing (li Munchenê) yekser bi ser ket û bû parlamentera yekem a bi eslê xwe koçber. Ji bo siyasetvaniya xwe ew dibêje, “Hem nasnameya min a Kurd û jin heye û hem jî ez ji malbateke sirgûnkirî me. Ji bo min siyaset tiştekî welê bû ku diviya bivênevê bibe.”
Gulseren 1964´an li bajarê bavê xwe Meletiyê tê dinê. Dayika wê jî ji Kurdên Dersimê yên sirgûnkirî Bursayê ye. Tevî malbata xwe 1972’yan koçberî Elmanyayê dibe. Piştî ku dibistana sereke li Elmanyayê dixwîne, wê dişînin cem xizmên wê yên li Stenbolê. Axir piştî darbeya eskerî ya 1980´yî malbat wê careke din dibe cihê lê, ango Elmanyayê.
Du malbatên nakok
Tê bîra Gulseren Demirelê ku li nava malbata dayika wê Kurd û zimanê Kurdî tabû bûn û gelekî hewl dane ku xelk nizanibe ew Kurd in. Herçî aliyê bavê wê ye, hem Kurd û hem jî siyasî bûne ku bêhtir nêzîkî tevgerên çepgir ên Tirk bûne.
Gulseren Demirel a ku ji sala 1995´an ve di nava Partiya Keskan de cihê xwe digire, ji bo motîvasyona xwe ya birina serî a gelek tiştan, dibêje: “Ez difikirim ku em beşek ji vê civakê ne. Pirsgirêkên vê civakê jî bi awayekî xwezayî, meydana me ya têkoşînê ye. Min nexwest hineke din li ser navê me biryarê bidin. Ya diduyê jî ew e ku nasnameya min a Kurd timî ji bo min girîng bû. Ji bilî vê nasnameya min a jinê jî diyarker e. Dema ku ev nasname tên siyasîkirin, hingê ji bo min siyaset tiştekî welê bû ku diviya bivênevê bibe.”
Gulseren Demirel di ciwaniya xwe de di dema darbeya 1980´yî de ji ber ku tankek lê dixe birîndar dibe û ji bo siyaseta Tirkiyeyê ya îro jî dibêje, “Muxalefeta çepgir û civakî lawaz e. Bêhtir Kurd têkoşîna demokrasiya civakî bi rê ve dibin.”
Siyaseta durû ya Elmanya û Bayernê
Mijara zextên Bayernê li Kurdan û qedexekirina alayên YPG/YPJ´ê jî Gulseren Demirel wiha şîrove dike: “Ev siyaseta durû ya Elmanyayê û nexasim jî eyaleta Bayernê ye. Hem ji bo têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ´ê tu wê tevgerê pîroz bikî û hem jî sembolên wê li welatê xwe qedexe bikî. Nabe ku ev bê qebûlkirin. Her cara min keys lê anî, ez ê vê îfade bikim.”
Parlamentera eyaleta Bayernê Gulseren Demirel got, siyaseta Kurd a Elmanyayê elaqedarî peywendiyên bi Tirkiyeyê û berjewendiyên aborî ye û wiha dewam kir: “Nexasim di projeyên avahîsaziyê yên mezin ên van salên dawî yên li Tirkiyeyê de krediyên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) hene. Ji ber vê yekê lawazbûna Tirkiyeyê rê vedike li ber tirsê, ditirsin zirar li Elmanyayê bibe. Axir dema ku sempatiya ji bo Kurdan a ji ber şerê li dijî DAIŞ´ê û peywendiyên bi Tirkiyeyê re li ber hev digirin, ya ku ji bo wan muhimtir e peywendiyên bi Tirkiyeyê re ne.“