Pirtûka Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê ya ku wê li hepsê nivîsî û bi navê ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ çap bû, niha ji bo şanoyê tê amadekirin. Lîstikvana şanoyê Julîde Kural xwe daye ber vî karî. Ji muzîkjenên jin ên NÇM û şanogerên jin gelek kes wê di lîstikê de cih bigirin. Tê plankirin ku lîstik di 27’ê Kanûnê de bê lîstin.

Kişanak a ku qeyûm şaredariya wê dagir kiriye, niha li hepsa Kandirayê tê ragirtin û di pirtûka xwe de çîroka 23 siyasetvanên jin ên Kurd tê vegotin.

Hasilî, Julîde ewil pirtûkê dixwîne û difikire ku ev dikare bibe şano. Piştî demekê jin li ser pirtûkê tên cem hev. Di civînê de nivîskar û endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ayşe Berktay ji Julîdeyê re dibêje, ‘Em dikarin vê bikin şano’. Li ser fikra jinan, Julîde pirtûkê ji nû ve bi baldarî dixwîne.

Serpêhatiya her jinê 

Julîdeyê got, çîroka her jinê cuda ye û di encamê de hemû jin in û wiha peyivî: “Kurd, Elewî, Sunî hene. Bi pirranî zewicandî û xwedî zarok in. Şanoya xwendinê di rewşa heyî de divê saetekê derbas neke. Divê çîroka 23 jinan wekhev bê vegotin. Divê 390 rupelên pirtûkê daketana 20 rupelî. Ji lîstikvanên NÇM’ê Rewşan, Rugeş Kirici, lîstikvana sînema û şanoyê Denîz Turkalî û ez. Em ê metnan bixwînin. Ji NÇM’ê wê hunermendên jin jî cih bigirin. Wê sahneyek hebe ku muzîka wê jî hebe. Em ê hemû li sahneyê bin. Di sînevîzyonê de wê Fîlm Mor jî ligel me be. Ez Çerkez im, hevalên Kurd û ji Behrareş jî wê hebin. Bila ji aliyê cuda jî jin bên û pirsan bipirsin. Gelek girîng e ku jin dest bidin hev.”

Çav li rê ye lîstik di 27’ê Kanûnê de li Şanoya Kenter saet di 20.00’an de bê nîşandan.

 

JINNEWS / STENBOL