Komeleya Alîkariya Mirovî Piştgiriya Jiyanê, li Rihayê ji bo penaberên ku ji şerê Sûriyeyê û zilma çeteyên DAIŞ‘ê reviyane, di gelek qadan de xebat dimeşîne. Komele, di 2005’an de li Stenbolê hate avakirin lê ji ber koça giran a li Rihayê, ev du sal in xebatên xwe li vê derê jî dimeşîne. Komele, bi taybet di beşên psîko-civakî, tenduristiya giyanî, taybetmendiyên jiyanê û karkeriya zarokan de alikariya penaberan û zarokan wan dike û hewl dide bandora şer ji holê rake.
Ji rêvebirên komeleyê Leman Yildirim derbarê xebatên xwe yên li Rihayê axivî û got ew bi giranî di qadên perwerdehî, psîkolojî û tenduristiyê de nexasim jî ji bo zarokan xebatan dimeşînin. 



‘Rengê reş bandora şer e’


Mehmet Alî Akil jî ji sala 2014’an heya niha di komeleyê de bi taybet di beşa Tenduristiya Giyanî de xabet dimeşîne. Akil derbarê derûniya zarokan de axivî û da zanîn ku dema zarok wêne çêdikin, pir caran rengê reş bikartînin ku ev bandora şer a li ser zarokan dide xuyakirin. Akil çavderiyên xwe wiha anî ziman: “Zarok di wêneyên xwe de sembolên ku şer îfade dike xêz dikin. Zarokeke 6 salî, her car balefirên şer xêz dike û dibêje ‘Li welatê me ji vana pir hebûn.’ Ev bandora şer e.” 


 DÎHA/RIHA