Berken BEREH
Di romana “Bêhna Dara Sincê” de hêmanên estetîk û ramanî ne ji bo îsbatkirina tiştekî lê ji bo îzaha wê tê bikaranîn. Roman li ser jiyana sê kesan ya Cindî û Rûstem (Xelas) û Binevşê ava bûye. Nivîskar bi vegêra jiyana wan dixwaze bi me bide fêmkirin ku hêza sereke ya insanekî azad li ser hîmê hezkirinê ava dibe. Ev proses bi hewldana mirov ya ji xwenasîn, hevnasîn û xwezanînê pêk tê. Ango tekamula azadiya insên bi lêgerîn û lixwemikurhatina di demeke dûvedirêj de diperise. Vegêr nivîskar bi xwe ye. Bi min di vê romanê de ev cure vegêrî hiş û bîra xwendevan zindî dike.
Honaka Bûyerê
Romanên estetîk ber ‘eksê romanên klasîk, honaka bûyerê ji xwe re nakine bingeh û armanc. Ango roman ne li gor silsileya ‘destpêk-peresîn-encam’ê tê honandin. Heta mirov dikare bibêje bûyer û qewimîn wek roniya di nav mijê re qenc xuya nake. Roman ne bi bûyerê lê bi girîzgaheke bilez û xurt dest pê dike. Xwendevan hew dibine ku kete nav bûyerê.
“ji çokan ketibû…”
Û paşê em dê bizanin ku Rûstem e, ê ku birine êşkenceyê û rewşa xwe ya vê carê û tiştên ku lê hatine kirin ji ên berê dijwartir û kartêkertir in, bi yek derbê em daxilî roman û bûyerê dibin. Roman ji sê beşan pêk hatiye û di bin her beşe de çend binbeş jî hene:
Xwenasîn
Xelas ê ku paşê em dê bizanin Rûstem e, zarokek e û li qehwa pîç Şefo dişixule û derengî şevê vedigere mal. Her carî vegerek ber bi tirsê... tirsa jê direve û ya dixwaze binase û tê de bipije… rewşa taxa lê dijî û pest û pêkutiyên bavî ya li dayîka wî…
Cindiyê bavî jê re bedlek cil kirî û serboriya wî ya roja ewil ya li dibistan û rasthatina wî a li “Pîjên Kuçeyan” û tirsê…
Xortaniya Xelasî û haybûna wî ya ji rewş û halê malbat û civaka xwe ya belengaz, derfetnedîtina çûna dibistanê, zilm û stemkariya bavî ya li ser wî û dêya wî, rehm, hez û dilniyayiya dê, xewna li bin dara since ya hewşê û banga dêya wî ya “li xwe şiyar bûn…xewneke mektebiyan…şerê wî û ê bavî..nasîna hêzê, hêza ne bi hêrsê…êdî li xwe şiyar im…”
Reşikê diya xwe Cindiyê dest bi dibistanê kirî û têkiliya wî ya bi malbatê re, rabûn û rûniştina malbatê, nêzîkayiya bav î ya li Cindî û xwişka wî, şîret û pendên dê û bav li Cindî; bav rev û tirsê lê dê axaftin û têkiliyê dide ber.
Bi van serboriyên qewimîne Rûstem û Cindî kêm zêde qonaxa xwenasînê li du xwe dihêlin.
Hevnasîn
Di beşa duyem de em dibînin ku honaka bûyeran bi awayekî felsefî dewam dike. Karakterên romanê bi xwe re diaxivin, ruh û hişê xwe didine ber pirsan, binhişîna xwe dipelînin û guh didin dengê binhişîna xwe. Diyalog pir zêde ye û dengê diyalogan jî gur û kartêker in.
Beşa duyem jî wek a pêşî bi yek derbê dest pê dike. Em hew dibînin Cindî bi dehfdana du gardiyanan dikeve nav qawîşê. Piştî çend rojan bala wî diçe ser Rûstemê ku ji çonga xwe birîndar e û bêarîkarî nikare derkeve derveyî qawîşê bo bêhnvedanê. Piştî çend rojan Cindî û Rûstem hev dinasin (ji heman bajarî ne û zaroktiya wan li wir derbas bûye) û têkiliyeke hestyarî di navbera wan de pêk tê. Zaroktiya wan a gelek dişibe hev (tirs) û çend qewimînên di navbera wan de wan bêhtir nêzîkî hev dike.
Di sohbet û foruma heftane ya di hepsê de mijar “bandora zarokatiyê û dirûvgirtina kesayetiyê” ye. Cindî bi bûyera di çûna dibistanê de ku Rûstem û hevalê xwe rê li wan girtîbû û bi şîreta bavê xwe reviyabûn, meseleyê tîne ser têgeha tirs ê ku di ruh û giyanê wî de sedema têkçûn û nekamilbûna kesayetê ye. Dê, ber’eksê bavî hezkirin û nermbûnê dide ber. “Dêya min hêza nermbûnê hînî min kir” (r;55) Cindî êdî di navbera tirs û hêza nerm de digevize û heta wê rojê jî nekariye kesayetiyeke resenî xweser bi dest bixe. Heta beşa dawî di axaftinên di navbera Cindî û Rûstem de têgeha tirsê, valahî û hêza hezkirinê her peyvên sereke ne û ev têgih bi vegotina bîranînên zaroktiyê - ku bi qewlê gotina mamoste Rêzan “heqîqeteke hebûniyê ye jî”-bihîstina peyva Newrozê, evîn û zewaca bi Sînemxanê re, zaroka wan Zelal û heta di karê rêveberiya bajêr a partiya gel de her daye û dide du xwerizgarkirina ji tirsê û xurtkirina hêza hezkirinê.
Ferzendeyê gundî û nexwende û nezewicî ku panzdeh sal in di zindanê de ye dest bi bîranînên zarokatiya xwe dike û tirs a ku nehiştiye bizewice û bibe xwedî mal û hal dike. Ew jî tirsa xwe bi bûyereke ku xortên gund piştî temaşeya bi dizî li nêrîna keçan û bazdana ser keran dike. “Ruhê min ji mêraniya çûna keran çûbû” (r;70) Paşê şevekê rêwiyên rêya dûr lê dibin mêvan (çar kes yek ji wan keç) û Ferzende ji ber qedirdayîn û rêzgirtina li hember keçikê şaş û metel dimîne, tev li refê wan dibe. Aha di navbera axaftinê de behsa çîroka navê xwe û devjeniya bi Serhad re tê vegotin ku kesayeta Serhed wek “şexsiyeta tenûr” bi nav dike.
Rûstem jî ku wek serlehengê romanê xuya dibe, car caran di ber axaftina Cindî re behsa xwe û bîranînên zaroktiya xwe dike û dixwaze bo zelalkirin û deşîfrekirina ruh û giyanê Cindî bibe arîkar û her wiha rêya xwe rizgarkirina ji tirsê û valahiya derûnî li ber Cindî durist bike, pê re dikeve nav gengeşeyan. Rûstemê ku di hijdeh saliya xwe de cara ewil li hember bav derdikeve (ji bo kirîna soleke havînî ji bo dêya xwe) û rasthatina wî ya li Şêrsiwar û jê fêrbûna hest û hîs û ramana welatparêziyê û çûna nav refê hevalan û perwerdeya li wir û gotinên mamoste Rêzan ku di avakirina kesayeteke durist de girîng in. Gelek caran gotinên ji mamoste Rêzan bihîstine dubare dike û dixwaze derî li binhişiya Cindî veke û çi tişta têgiha tirsê xweyî dike û nahêle hêza hezkirinê xurt bibe dide ber dasa hezkirinê. “Yek ji jehra herî xurt tirsê dikuje hez kirin e.” (r:127)
Xwezanîn
Beşa sêyem, beşa dawî û ya herî çalak û bi lez e. Sedema wê dibe ku ji ber dawîlêanîna romanê û veresîn û veçirîna girêkên romanê ye. Di vê beşê de têgiha tirs, valahî, nerît, bawerî, dil, ruh û hwd. bi awayekî ontolojik û zanistî tên verisandin. Rûstemê ku bi Şêrsiwar re tev li refê hevalan dibe û di perwerdeya polê de roj bi roj dikemile û xwe ji gelek hest û hîsên berê rizgar dike;
Mamoste Rêzan û Binevş her û her hewl didin ku Rûstem xwe binase, xwe ji kil û kêmasiyan rizgar bike ango bibe xwe. Nemaze dilgermî, pûtepêdan, qedirdayîn û rêberiya Binevşê dike ku Rûstem bi xwe re têkeve nav danûstandin û gengeşeyekê, bi her pirseke ji xwe, têgihên di ruh û giyanê wî û hişê wî de bi hev re berberiyê dikin. Bi monologên xwe hino hino li xwe diwarqile;
Ewil pê dihese ku avakirin ne rûxandina her tişta do û kevn e. Berevajiya wê, avêtina tiştên li ser moxilê mane û bi kêrî jiyana îro û ya sibe nayên. Ên bin moxilê divê bên parastin.
“Ji bo xweavakirinê divê xwe ji wê tirs û mêraniya sext ya ji bavî mayî paqij bikî.
Divê hevahengiyek bi rêkûpêk di navbera dil û mejî de hebe.
Hevaltî û licemhevbûn ew tişt e ku “mirin jî nikaribe tiştek jê kêm bike.” (r;168)
“Ho delalo!.. Binêr, dêhna xwe bide derdora xwe… Hemû xweşikahî û delaliya jiyanê…” jiyaneke durist û kesayeteke bi nirx bê têkiliyeke dostane ya bi xweza û derdora xwe re ne gengaz e.
Binevş dike ku hizr û ramana Rûstemî der heq jinê de biguhere; “Wê hemû dîtinên me ên der heq hêza jinan de, ne bi gotinên xwe, lê bi kirin û pêkanînên xwe ve serûbinê hev dikirin. … Li xwe hay dibûm ku min gelek dîtinên xwe ên kevn bi xwe re aniye vir. Û paşê vegerim cem wan…”
Piştî êrîşa balafiran Rûstem pê dihese ku Binevşê xwe avêtiye ser laşê Rûstem û bi vî awayî ew ji mirinê filitiye, lê Binevş birîndar e. Di wan kêlîkên kin ên jiyanê de diyalog û hest û hîsên di navbera wan de çalakbûyî, dibe rîtûela evîn, hêz, hezkirin û hevaltiyeke ku “mirin jî nikare tiştekî jê kêm bike;” “Destên min..” “Erê, germ in…” “Na, ne ew.” “…..”
“Gihîştin war û hêlîna xwe…Tu carî ev çend nebûbûn ên min…” (r:216)
“Û beriya şehadeta Binevşê soz bexta Rûstemî ku “Tu carî çok daneynî, rê nedî çok li te bişkên…” (r:219)
Roman bi gotina Apê Ferzende; “Hevalno, heval Rûstem” çok li xwe dişkîne.Rûstem; “Soz û bext bû. Jêvegerîn, jixwevegerîn bû…”
Vegêr û Bergeha Vegêranî
Di romanê de vegêr ew kes e yê çîrok û hemû bûyerên qewîmîne raberî xwendevanî dike, vedibêje. Di romanan de du cure vegêr hene; kesê yekem û yê sêyem. Her çi qasî her du vegêran hebin jî zêdetir kesê yekê yê li pêş e. Ji ber ku vegotineke bi vî awayî hem romanê nêzî jiyana reel dike û hem jî bala xwendevan bêtir dide ser romanê.
Di Bêhna Dara Sincê de her du cure vegêran jî hene. Lê bêtir kesê sêyem li pêş e û roman bi xwe jî bi wî dest pê dike;
“ji çokan ketibû”
“Xwe li dîwaran digirt û gavên xwe bi semtika û bi baldarî, berpêyî tariyê, berpêyî tirsê diavêt.” (r;13)
“Gava du gardiyanan ez bi dehfdanê xistim hundirê qawîşê, sere pêşîn çavên min bi çend kesan ket ku li ber ranzayekê, li ber sere hevalekî rawestiyabûn.” (r;41)
Heta rûpela 51´an bûyer û qewimîn bi zarê Cindî tê vegotin û em her tiştî li gor wî dişopînin. Li vir car din nivîskar daxilî vegêranê dibe û em bi wî re daxilî bûyerê dibin. Di beşên din ên romanê de jî gelek caran vegêr dê hefsarê vegêranê bigire dest xwe. Nemaze dema mesele tê li têgihan dialiqe û veristin û şîroveya wê lazim dibe. Heger em karekteran di nav metnê de wek vegêr belav bikin. Em dê bibînin beşa duyem (hevnasîn) heta beşa sêyem (Xwezanîn) bi ser Cindî re tê vegotin. Helbet Apê Ferzende, Serhed, Rûstem…jî car caran beşdarî vegotinê bibin jî, yê sereke Cindî ye.
Ji rûpela 135´an (destpêka beşa Xwezanîn) heta rûpela 224´an bûyer ji devê Rûstem tê vegotin. Di vê beşe de hema bêje nivîskar qet daxilî vegêranê nabe. Nivîskar dixwaze serlehengê wî bi azadî tevbigere û ya dile xwe bibêje. Vê xwejêdûrxistinê ruh û giyaneke zindî daye Rûstem û em bi vegêrana wî re wek yek ji rêhevalê wî hîs dikin û her bûyer û qewimîn di ruh û giyanê me de tê nexşandin. Bêguman ev rêbaz yek ji teknîka vegêranê ya modern e. Nivîskar di vî awa vegêranê de hêmana “pêhisandina navendî” bi awayekî xurt bi kar tîne. Kesê rola pêhisandina navendî dayî ser mile xwe, xwe tev li bûyeran nake, rasterast bûyerê vedibêje.
Di vegêrana romanê de bêtir kesê yekem li pêş e. Wek vegêran rola kesê sêyem bi sînor e û di vegêranê de jî tenê bûyerê vedibêje lê desttêwerdanê li bûyerê nake. Li Ewrûpayê ji bo vê cure vegotinê nivîskarê veşarî tê gotin.
Şexsên di Bêhna Dara Sincê de
Di Bêhna Dara Sincê de şexs li gor rola xwe tên bicihkirin û navdan; kesên çalak, kesên arîkar û ên figûran. Karakter ew kes in ku bi rabûn û rûniştin û fikr û hizra xwe ji ên din cuda ne. Di romanên estetîk û ramanî de karekter wek xwe tên vegêran. Nivîskar tev li wan nabe û ti kirasan li wan nake. Ew azad û serbixwe ne. Ber’eksê romanên estetîk, Dilawer Zeraq bi tu awayî karakterên xwe naafirîne wan ji nav jiyanê hildibijêre. Em hemû zanînên der heqê karakteran de bi helwêst, sekn, axaftin û rabûn û rûniştina wan ya ew bi xwe vedibêjin, pê dihesin.
Rûstem; xortekî nexwende, karker û ji malbateke xizan e. Ji piçûkatiya xwe ve mecbûrî kar û xebatê dibe da ku arîkariya malbata xwe bike. Derbxwarî ye lew di malbateke feodal, xizan û bavsalarî de dijî. Li mal û li kar li hember neheqiyan serî hilde lê ji ber nezanîna rê û rêbazan bi ser nakeve. Lê pirs her di serî de zêde dibin û neheqî, belengazî û feqîriyê digel ku bav bi “xweda” ve gire dide jî ew berevajî difikire û dibêje “gere rêyek din a jiyanê hebe.” Ji ber vê jî her xwedî ruhekî îsyankar e.
Binevş; keçeke xwende, zana, bîrbir, fedakar, aqilmend, rihsivik… Karektera herî tekûz û bêkêmasî… Çeleng û bi bejn û bal. Bi her awayî li ser xwe, bi xwezayê re li hev. Bi her hewldana xwe dixwaze hevalên xwe ji kil û kêmasiyan reha bike. Bo karibin bibin xwedî kesayeteke durist ligel wan dide û distîne. Di kamilbûn û xwenasîn û xwezanîna Rûstem de xwedî roleke mezin e.
Cindî; xortekî xwende, parêzer, xwedî mal û hal û zarok. Di malbeteke arîstokrat de mezin dibe. Ji lîstika futbolê heta xwendina kitêb û xwedî her cure lazimiyên dewra xwe ye. Lê ew jî derbxwarî ye. Hê di zaroktiya xwe de rastî tirsê tê û ew dike ku her û her di nav mitale û fikra têkçûyînê bihizire. Bi zewac û çêbûna zaroka re tirsa wî ya ji jiyanê bêtir zorê didiyê. Digel ku zane bi çi awayî qeyd û benden tirsê bişkîne lê jixwebaweriya qels û heyînên xwe, newêre bide dû şikandina tirsê.
Rêzan; mamostê perwerdehiyê. Ew bi rêvebirin û rêvekirin û plansaziya perwerdehiyê dixwaze kesên hatine û dixwazin xwe ji nû ve biafirînin û taliyê bo avakirina jiyaneke nû û civakeke durist de kar û xebatê bikin.
Apê Ferzende; gundiyekî nexwendî, di zarokatiya xwe de ji ber şahidiya bazdana ser keran, dilê wî û hişê wî diçelqe û ji vê kevneşopiya beredayî û dûrî insanî ji bavê xwe dûr dikeve, jê aciz dibe û nazewice. Paşê bi nasîna hevalan dide ser rêya dûr û dixwaze wê valahiya giyanê derbxwarî bicebirîne.
Serhed; xortekî bajarî, xwenda lê ji çand û kultura bav û kalan dûr. Di hêla kesayeta xwe de hê nepijiyaye.
Gulçîn, Gernas, Şêrsiwar, Şîrzad, Zîlan wek fîgûran hatine bicihkirin.
Zeman
Di romanên estetîk û ramanî de zeman gelekî kurt e. Hin caran di çend rojan de û hin caran di şevekê de diqede.
Bêhna Dara Sincê, bi derengî şevê vegera Xelas (Rûstem) ya ji qehweya Pîç Şefo dest pê dike heta beşa duyem, her bûyerek di demeke kurt ya rojê de tê vegotin. Di beşa yekem de ku ji çar binbeşan pêk tê, her bûyer di çend saetan de tê vegotin. Roja Cindî bi bedlê bavê wî nû kirî û girêdana qrewata dêya wî ew û pismamê wî diçine dibistanê… Paşê xortaniya Rûstem berêvarekê vegera mal û raketina alî bin dara since… Cindiyê digel pismamê xwe çûna dibistana navincî.
Beşa duyem bi dehfdana du gardiyanan ku Cindî davên qawîşê dest pê dike. Ev beş ji neh binbeşan pêk tê û bi tevayî çend hefteyan didome ku her yek behsa jiyana xwe ya heta wê rojê dike. Li vir zeman berfireh dibe lew bûyer gelek caran bi flaşbekan ber bi paş ve diherike. Nivîskar ji bo verisandina girêka bûyeran zemanî berfireh digire.
Di beşa dawî ku ji panzdeh binbeşan pêk tê, wext û zeman berfirehtir dibe. Ew jî ji ber sedema esasî ya armanca romanê pêk tê. Her çi qasî bi flaşbekê li paş vegere û çîrokê ji hev veçirîne jî, vegêrana wî di rojekê de diqede. Ger em bên ser sala ku bûyer lê qewimiye, em dikarin bêjin ji salên 90´î pê ve ye. Lew Cindî di çîroka xwe de dibêje, ez bûbûm endamê rêveberiya partiyê. Em baş zanin partiya Kurdan bi HEP û DEP´ê dest pê kiribû.
Mekan, teknîka vegotinê û ziman
Mekan di Bêhna Dara Sincê de bajarê Farqîn, gundên welêt û çiyayên welêt û zindana Diyarbekirê ye.
Nivîskarê romana estetîk û ramanî bo berhemeke ciyawaz û dewlemend gelek teknîkên vegêranê bi kar tîne. Di van de bîranîn, monologên hundurîn, rojnivîsk, danberheva deqan, verisandina binhişî hwd. hene.
Di romana Zeraq de, digel ku vegêriya kesê sêyem serdest be jî, ji vegotinê bêtir raberkirin û nîşandan li pêş e. Ji şayesandinên berfireh bêtir, ên diyarkirina rewş û seknê berbiçav in. Flaşbeka rêbazeke vegêranê ye di her beş û bin beşê de, bi awayekî serketî hatiye bikaranîn. Monolog, danberhev û raberkirinê roman ji hêla vegotinê ve xurtir kiriye.
Romana estetîk û ramanî beriya her tiştî çalakiyeke şêwazî û teşeyî ye.Ji ber vê zimanê van cure romanan nêzî şi’rê ye. Zimanekî bi metafor, bi peyvên pirwate, estetîk û xwedî asoyeke berfireh be.
Zimanê Bêhna Dara Sincê, zimanekî sade, herikbar û nerm e. Ev bi hilbijartina kesê vegêr re jî elaqedar e. Mamoste ne tê de, karakterên romanê hemû ji civaka ne serdest û ne xwedî malbatên xwenda û dewlemend in. Ji ber vê zimanê romanê xîtabî her kesî dike û berz û balabûna wê jî henûniyekê di xwe de dihewîne.
Çavkanî
www.Felsefetastasi.org
RANCİERE Jacques -Estetîğin Huzursuzluğu,İletişim Yayınları 2012
GÜMÜŞ, Semih, Roman Kitabı, Can Yay. İstanbul 2011.
KİERKEGAARD, Soren, Kişilik Gelişimin de Etik/Estetik Dengesi, Araf Yay. İstanbul,2013.
TUNALI İsmail –Estetik,Remzi Kitabevi ,İstanbul,2016
WELLEK, Réne,Edebiyat Teorisi, Dergah Yayınları, İstanbul ,2012
ZERAQ,Dilawer,Bêhna Dara Sincê,Weşanxaneya Lîs,Amed,2018