Li reqayê pêr bi şev di şerê li eniyên rojava, rojhilat û bakurê Reqayê de 21 çete hatin kuştin û di diheman demê 50 sivîl hatin rizgarkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 75`an dewam dike. Di vê çarçoveyê de doh bi şev li taxa Mensûra ya li rojhilatê Reqayê, di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer qewimî. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û heta nûçeya me dihat amadekirin jî vî şerî doh dewam dikir.
Her wiha li taxa Reşîd a rojhilatê Reqayê jî şer qewimî û di encamê de 6 çete hatin kuştin. Li taxa kevn a Reqayê jî nêzî nexweşxaneya zarokan çeteyan xwest bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî şervanên QSD`ê bikin. Wesayîta bombebarkirî negihîşte hedefa xwe û ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.
Li rojavayê bajêr li taxa Deriyê jî di encama şerê demkurt de 5 çete û li taxa El-Berîd a bakurê Reqayê jî 3 çete hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hat ruxandin.
Di operesyona paqijkirinê ya li Taxa Nezlit Şehadê de jî şervan rastî tûneleke din a çeteyên DAIŞ`ê hatin.
Her wiha tîmên taybet ên QSD`ê yên sivîlan rizgar dikin, 50 sivilên dîtir ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.