
Li navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran diqewime. Di şer de pêr bi şev 24 çete hatin kuştin.
Di pêngava rizgarkirina Reqayê de, di roja 81´ê ya Cenga Mezin de ku 6’ê Hezîranê dest pê kir, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gav bi gav bi pêş ve diçin. Li navenda bajêr şer giran e.
Li taxa Mensûr a li rojhilatê Reqayê, pêr bi şev 7 çete di şer de hatin kuştin.
Wekî din, li aliyê rojava jî 8 çete li taxa Mirur, 5 çete jî li taxa Nehdayê hatin kuştin.
Li taxa Bêtanî ya li rojavayê Reqayê di şer de 4 çete hatin kuştin.
Di şerê pêr bi şev de 3 şervanên QSD’ê yên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî li ber xwe dayî, şehîd bûn.
Alên YPG/YPJ´ê li Reqayê li ba dibin
Li Reqqayê operasyona “Cenga Mezin” di roja 81’ê de didome. Li bajêr alên YPG û YPJ li ba dibin.
QSD li bajêr heta niha 15 tax ji DAIŞ’ê rizgar kirine û li 4 bereyan dor li DAIŞ’êgirtiye. Şervanên QSD’ê êrîşên DAIŞ’ê pûç dike, û li kolan, kûçe û taxên hatine rizgarkirin operasayonên paqijiyê dike.
Di vê navberê de cara ewil li Reqqayê hêzên YPG/YPJ alên xwe li navenda bajêr çikandin. Alên mezin ên li taxa Meşleb a li bereya rojhilatê bajêr hatine daliqandin ji gelek devaran ve xuya dikin.
DÎHABER/REQA