Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi sernavê “Reqa di navbera dema bihurî û dema niha de” çalakiyek çandî li dar xist. Çalakî ji pêşangeheke wêneyan û semînerekê doh pêk hat. Çalakî îro wê bi semînereke din dewam bike
Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi amadebûna bi dehan endamên navendê û Meclisa Sivîl a Reqayê, çalakiyeke hunerî li dar xist. Di çalakiyê de pêşangeheke wêneyên ku şêwekarê şehîd, Cûma El-Ayid li ser çand û dîrok û xwexaya Reqayê xêz kirine, hate vekirin. Her wiha semînerek ji aliyê lêkolîner Îbrahîm El-Xelîl ve hate dayîn. Lêkolîner Îbrahîm El-Xelîl pêşangeh vekir. Beşdar li hola pêşangehê geriyan û temaşeyî wêneyan kir. Piştre, lêkolîner Îbrahîm Xelîl semînerek da. Îbrahîm Xelîl bal kişand ser ferq û cudahiya di navbera tevgera çand û hunerê di sedsala 20‘an û dema niha ya piştî rizgarkirina bajêr de. Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mustefa jî diyar kir ku ev çalakî bi armanca vejandina çanda herêmê hatiye lidarxistin. Çalakî wê îro jî bi semînereke li ser dîrok û şaristaniya herêmê dewam bike.
ANHA / REQA