EREM KANSOY / REQA


Li bereya Reqayê rojên dawiyê yên şer in û şervan xwe amade dikin ku serketina nihaî ragihînin. Fermandarên li bereyê ji serketina xwe piştrast in û mizgîniya serketina mirovahiyê li dijî DAIŞ´ê didin. Yek ji fermandarên YPG ya ku pêşengiya hêzên QSD´ê dike di Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê de Cemîl Mazlûm dibêje, heta roja îro DAIŞ bi ti rêbaza xwe ya şer û êrîşan li dijî YPG´ê bi ser neketiye û li Reqayê li ber nemanê ye.

Ji fermandarên YPG´ê Cemîl Mazlûm cihêtiya hemleya Reqayê bi gotinên, “Li Reqayê şikestina DAIŞ´ê têkşûna sîstema DAIŞ´ê li temamê Sûriyê ye” îfade dike û dibêje, “Ji ber vê yekê dinya hemû girîngî û giraniya hemleya Reqayê dişpopîne. Ji bo me, weke hêza li Sûriyê pêşî şerê DAIŞ´ê kirî, biryara berxwedanê dayî, mane û girîngiya rizgarkirina Reqayê ew e ku têkbirina DAIŞ´ê wê bi destê me be.” 


YPG û YPJ pêşeng in

Cemîl Mazlûm bi bîr dixe ku hemû hêzên QSD´ê beşdarî Cenga Mezin dibin, li derveyî wê hêzên YBŞ û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê jî, lê belê hêzên pêşeng bi her halê hêzên YPG û YPJ´ê ne û wiha dewam dike: “Bi giştî mesele hemleya tinekirina paytexta DAIŞ´ê ye, ji ber vê yekê hemû hêzên li Bakurê Sûriyê têde cihê xwe digirin. Hemû dixwazin di têkbirina DAIŞ´ê de xwedî rol bin. Di nava hêzên QSD´ê de YG û YPJ pêşengiya wan dikin.”


Dijmin asê maye

Cemîl Mazlûm îşaret pê kir ku çeteyên DAIŞ´ê pê dizanin ku QSD wê dor li Reqayê bigire û amadekariyên xwe sererd û binerd li gorî vê krine, lê li hemberî QSD´ê ew nikare paytexta xwe biparêze: “Li cihên lê xelekên mayinkirî çêkirin. Sererd û binerd amadekarî kirin, mayin çandin, hêzên fedaî amadekirin, sivîl di nava xwe de weke mertal bi kar anîn. Hemû amadekariyên xwe yên bi vî rengî kirin. Ji xwe dilê sîstema wê li Reqayê bû. Vê sîstema wê helw da li dijî me li ber xwe bide. Rêbazên weke bikaranîna teqemaniyan, êrîşên întîharî, êrîşên bi maşînên bombebarkirî, êrîşên ji hundir û ji derve bi kar anîn. Di encamê de we ew qels kir.”

Fermandar Cemîl Mazlûm îaşret bi maneya berxwedana Kobanê jî dike û dibêje, “Berxwendana Kobanê bû hêviya azadbûna gelan, ev hêvî bû ew hêz ku bala dinyayê hemûyî kişand ser Kobanê. Ji ber vê yekê Kobanê bû sembola berxwedana li dijî dagirkeriya DAIŞ´ê. Kobanê di pratîkê de li dijî DAIŞ´ê li berxwe da, şer kir û bi ser ket. Ji bo hêzên şerê DAIŞ´ê kirî bawerî afirand. Jixwe, gav bi gav li dijî DAIŞ´ê em bi ser ketin û niha weke xala dawî li temamê dinyayê têkçûna nîhaî ya DAIŞ´ê tê minaqeşekirin.”


Çete hemû îmha bûn 

Ji fermandarên YPG´ê li bereya Reqayê, Cemîl Mazlûm îşaret bi êrîşa ji derve ya DAIŞ´ê a ji herêmên di bin kontrola rejîmê de jî dike û dibêje, “DAIŞ di navbera me û rejîmê de ketibû xefkê. Dor lê hatibû girtin di navbera Reqa û Dêra Zorê de. Ev êrîş ji wê xetê pêk hat. Ev êrîş ne ji ber xurtiya DAIŞ´ê bû. DAIŞ dema li bajaran tebgav dibe, dor lê tê girtin, hêzên wê tên ber teslîmbûnê, weke çareya dawî hêzeke xwe ya fedaî dişîne, ji bo ku dorgirtinê bişkîne, alîkariyê bişîne, yan jî hêzên xwe ji hesarê xilas bike. Wan ev gelek caran ceriband, lê li dijî YPG û YPJ´ê ti carî bi ser neketin. Li deverên din ceribandin û bi serketin, lê bi vê rêbaza xwe li dijî me timî şikestin, û bi ser de jî hêza ku şandî hemû her carê hat tinekirin. Di vê êrîşa dawî ya li Reqayê de jî hêza wan bi temamî hat îmhakirin.”