Hate ragihandin ku şervanên QSD'ê gundê Kesra yê li başûrrojhilatê Reqayê di encama şerekî giran de ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiriye. Di şer de gelek çete hatin kuştin. Şervanan doh Sûk El-Hal a bajêr jî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. 

Di çarçoveya hemleya rizgarkirina Reqayê de, ji pêr êvarî heta doh ber destê sibehê li gelek deverên bajêr şerekî dijwar qewimî.

Yek ji cihên ku şer lê giran bû, gundê Kesra yê li başûrrojhilatê Reqayê bû. Di encama şerê giran de li vî gundî gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 12 termên çeteyan li navrastê man. Her wiha di encama şer de gundê Kesra ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin.


Sûk El-Hal azad e

Şervanên QSD`ê di encama Pêngava Rizgarkirina Reqayê de doh ango di roja 26an a hemleyê de Sûk El-Hal a bajêr jî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.  

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 26`an de bi hemû dijwariya xwe didome. Di vê çarçoveya de, şervanên QSD`ê Sûka El-Hal ku li aliyê rojhilat ê Reqayê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Her wiha şervanan li derdora sûk El-Hal çend avahiyên stratejîk jî ji çeteyan rizgar kirin.


Li Rojavayê Reqayê 13 çete hatin kuştin

Hat ragihandin ku di şerê li Sûk El-Hal û derdora wê de 2 jê sekvan, 9 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û termê wan jî ketiye destê şervanan. Her wiha hate diyarkirin ku çeka B7, Hawaneke 80m û depoyeke çêkirina hawanan li Sûk El-Hal kete destê şervanan.

Li taxa El-Qadîsiyê  û El-Diriyê yên li rojavayê Reqayê jî, di encama şer de 13 çete hatin kuştin.  


 REQA