
Di operasyona “Xezeba Firatê” de li gel azadkirina qadeke berfireh a din, piştevaniya eşîrên Ereb a ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî didome. Di pêngava duyemîn a operasyonê de 28 eşîran piştevaniya xwe daxuyandibûn û di pêngava sêyemîn de jî 7 eşîrên Reqayî ji bo QSD û pêşnûmeya Federal a Demokratîk zend û bend bada badan. 35 eşîran diyar kir ku ew ê ji bo Meclîsa Gel a Reqayê xebatan bimeşînin û xwestin QSD hemû xakên wan azad bike.
Em piştevanê QSD’ê ne
Yek ji ferdên eşîra Henêdêyê Îbrahîm El Îsa El Hindavî, anî ziman ku ew ji Girê Spî heta Reqayê li qadeke berfireh dijîn. Hindavî, dest nîşan kir ku eşîra wan di bin banê QSD’ê şer dike û ragihand ku, di pevçûnên heta niha de 5 ferdên eşîra wan jiyana xwe ji dest dane. Hindavî, anî ziman ku ew piştevaniya operasyona ji bo azadkirina Reqayê hatiye destpêkirin dikin û wiha axivî: “Em beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê yên ji bo pêngava sêyemîn hatin dayîn bûn. Me di daxuyaniya çapemeniyê de beşdarbûyîniya xwe bi awayekî fermî ragihand. Hemû endamên eşîra me diyar kirin ku ew piştevaniya QSD’ê dikin. Em jî daxwazên eşîre û gelê xwe radigihînin. Vê piştevaniyê jî ji bo QSD gelê me ji çeteyan rizgar bike didin. Êdî em ji vê feraseta çetewarî re dibêjin bes e.”
Wê meclîsa gel ava bikin
Pêşengê eşîreta Şêx Ebû Essef, Şêx Ubeyd Xelîl Xelef El Hesen jî anî ziman ku hema bêje ew li temamiya bakurê Reqayê dijîn. El Hesen, daxuyand ku ew piştevaniya QSD û hevgirtiyên wê dikin û anî ziman ku, dema QSD hat avakirin eşîreta wan wek lîvayekê beşdarî wê bû û wiha domand: “Niha em beşdarî operasyona Reqayê jî bûn. Hemû hêzên me jî li eniyan cihê xwe girtine. Em hatine ku dawî li zilma DAIŞ‘ê bûnin. Niha me bi eşîretên din re jî pêwendî danîne. Em bi wan re jî diaxivin. Dê di rojên pêş de Meclîsa Gel a Reqayê bê avakirin. Em ê tê de jî cih bigirin. Ji kesên bi salan gelê xwe parastin re gotin terorîst, lê terorîstên rastîn ew kesên li Reqayê xwîna gel dimête bi xwe ne. Niha em li dijî wan têdikoşin.”
NAZIM DAŞTAN / DÎHABER / REQA