Cîhana me di nava Sîstema Rojê de cih digire. Sîstema Rojê jî parçeyekî Galaksiya Rêka Kayê ye. Sîstema Rojê yek ji baskên pêçayî (helezonî) yê Galaksiya Rêka Kayê ye. Ev bask dişibe gerekê û ji 100 milyar stêrikî pêk tê. 

Li herêma Java ya Rojava a Endonezyayê wêneyên hatine kişandin ahenga bêhempa ya fezayê nîşan dide. Di wêneyê ku hatine kişandin de volkana Bromo û Galaksiya Rêya Kayê di heman wêneyî de hatiye nîşandan. Bi wêneyê ku ji aliyê wênekêşê Malezyayî Grey Chow ve hatiye kişandin mîna dansa stêrikan jî dikare were binav kirin. Wênekêş Chow bi ked û hewldaneke mezin ji ji herêmên cuda cuda yên başûrê Asyayê wêneyê Galaksiya Rêka Kayê dikişîne. 

Chow destnîşan dike ku dema wî ev dîmenê balkêş dît digot belkî efektên taybet ê filmekî li ber çavê wî diherikin.


 FRANKFURT