Min di karekî xwe de bi rengê sor, xwîn nuqitand ser resmê, bi vî awayî min êşa xwînî ya dilê jinê îfade kir. Di karekî xwe yê din de min pêçeka birînê û banda birînê bi kar anî, bi vê jinê birînên dilê xwe pêçane, ew birîna xwe vedişêre. Di motîfekî xwe yê din de min di destê jinê de guldesteyek xêz kir, ji ber ku jin dizane xweşbîn be.

 

LUQMAN GULDIVÊ

Anil Asli Filîz grafîker û hunermendeke Kurd e ku ji bilî grafîkerî, sêwirandina hunerî, rojnamevanî jî kiriye. Wê li Stenbolê sêwirandina grafîkê xwendiye. Cihê mezinbûna wê û xwendina wê ne welatê wê Çewlîg e, lê Stenbol e, ji ber ku dewleta Tirk malbata wê ji ber xebatên siyasî yên bavê wê sala 1992´yan neçarî koçberiya ji Çewlîgê dike. Apê wê Mehmet kitêbfiroş û weşangeriyeke bi navê “Odak yayın ve Dağıtım” salên 1970´yî li Enqerê xebitandiye û ji ber ku bavê wê gelekî behsa xweşikbûna sêwirandina grafîkan wan kiriye, bala wê jî bêhtir çûye ser grafîk û şêwekariyê. Ev 4 sal in ku li bajarê Elmanyayê Hamburgê dimîne. Em pê re li ser huner û tecrûbeya wê peyivîn. Wê ji bo bextxweşiya xwe ya ku niha derfeta wê lê çêbûye ku bi huner behsa Kurdan bike, got, “Ez ê li ser çanda welatê me yê çarparçekirî bixebitim û ez ê vê bi hunerî bikim. Ewqas êş û bexteweriyên me hene ku di vê ez behsa wan bikim, ên weke Gilgameş, Leyla Qasim, Rewşen Bedirxan, Mem û Zîn, Seyid Riza, Zerdeşt, Şahmaran, Ehmedê Xanî, têkoşîna zimanê Kurdî, Musa Anter, Leyla Bedirxan.”

Anil Asli Filîz dema ku behsa salên bavê xwe û apê xwe yên li Enqerê dike, agahiyeke balkêş jî dide: “Bavê min gelekî behsa apê min Mehmet dikir. Nexasim, ji ber ku hingê tevî Abdullah Ocalan li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqerê xwendiye. Û jixwe, hingê ji ber boykota li fakulteyê di nava yên destgîrkirî de tevî Abdullah Ocalan apê min Mehmet Filiz, Bahadır Boso, Ahmet Akyıldız, Ustun Erdil û çend kesên din li Hepsa Eskerî ya Mamakê girtî tên dadgehkirin. Di vê demê de bavê min jî dema ku afîşa Bereya Yekbûyî li dijî Faşîzmê didaliqîne, tê gulebarankirin. Gelek rojnameyan nivîsîbû, faşîstan Mahmut Filîz bi gulebaranê kuşt. Lê 4 gule li bavê min ketibûn, û piştî ku 3 mehan li nexweşxaneyê ma karî bê ser xwe.”

 

Apê wê Mehmet û Evrîm Alataş

Apê wê paşê li Stenbolê karê çapkirina kitêban û sêwirandina grafîkê dewam dike û bi ya wê, vê yekê tesîr lê kiriye ku bala wê bi temamî biçe ser vê beşê: “Min biryara xwe dabû, piştî ku min xwendina navîn û amadeyî qedand min ê sêwirandina grafîkê bixwenda. Dema ku min ev biryar da, sala 2002´yan derfeta min çêbû ku li rojnameya Yeniden Ozgur Gundemê bixebitim û tecrûbeyên xwe yên pêşî bikim. Piştî 2-3 salên li rojnameyê, min di pêveka çandê ya dawiya hefteyan a rojnameyê de ya bi edîtoriya Evrîm Alataşê de kar kir. Bi Evrîm re min rehet kar dikir, wê destûr dida min ku ez ji qalibên teknîkî bibihurim. Lê di warê afirîneriyê de, derfetên baş vê yekê nedidan min. Ji bo ku baştir hilberînim, diviyabû perwerdeyeke akademîk jî hebûya.”

 

Zexta bazarê nahêle bi minîmalî kar bike

Li ser zehmetiyên navend bazarbûn û prestîjê yên berhemên hunerî û tesîrên vê yekê li ser wê jî ew dibêje, “Ya ku herî zêde di afirîneriyê de pêşî li min girt ew bû ku karê min kir bi pirranî ji bo reklamê bû; bivênevê diviyabû mirov xwe li wê bazarê bîne. Di karê bazarê de sêwirandin yekser ew e ku mirov ji bo kapîtalîzmê kar bike û ji bo wê karên berîqende bike. Li dibistanê jî di dersên xwe yên reklam û grafîkê de li ser vê em hatin perwerdekirin. Mesela, gava ku mirov ambalajekê disêwirîne, naverok û kalîteya berhemî ne xema grafîkerê/î ye, ew divê ambalajake bi şeml çêke.

Bi giştî tercîha min e ez mînîmal kar bikim û heta mumkin e dûrî sergêjî, tevlîhevî û mubalexeyê kar bikim, lê belê tirsa reklam, bazar û prestîjê mixabin pêşî li min girt ku bi minîmalî kar bikim. Ji ber wê jî ji bo ku xwe baştir îfade bikim divê ez ferdî kar bikim. Sala 2003’yan min grafîka xwe ya taybet a pêşî çêkir; bi nîvî min dixwest hunerî be, bi nîvê din jî diviyabû reklam be, min pirtûk û berga albûma Metîn Kemal Kahraman a bi navê Çeverê Hazaru sêwirand.”

Anil Asli Filîz ev 4 sal in ku li Elmanyayê ye û bi tena serê xwe kurê xwe Ronî yê 9 salî mezin dike. Ew dibêje, pirraniya dema wê li miqatebûn û hezkirina kurê wê diçe. Ji ber wê jî bi pirranî piştî saet 8´ê êvarê ew dikare karê sêwirandinê û huner bike: “Ez ji karê di bêdengiya şevê de hez dikim û dikarim bala xwe bidim karê xwe.”

Îsal wê karî ji bo mastirê xwe li Zanîngeha Hunerên Bedew a Hamburgê jî qeyd bike.  Ji ber ku 15 rojan carekê divê projeyên bide nasîn tenê demên diyar li zanîngehê be, wekî din ji mal kar dike (home office).

 

Berga albûma Felek

Ji dema ku li bajarê Elmanyayê Hamburgê bi cih bûye jî gelek karên sêwirandinê birine serî, lê her du salên destpêk gelekî zehmet bûne. Lê paşê di navbera welatên Ewrûpa, Kurdistan û Tirkiyeyê hêdî hêdî li karê xwe vegeriyaye û niha jî qunciknivîsa Avrupa Postasi ye. Di nava karên wê yên vê demê de afîşa ji bo filma Arîn a derhêner Mizgîn Mujde Arslan (London), grafîka albûma Serhat Ertuna a bi navê ‘AS’ (Swîsre), afîşa ‘London Kurdish Film Festival’, afîşa belgefilma Mehmet Aksoy  (London), afîşa Festîvala Zîlan a 14´ê (Dortmund), afîşa Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 1´ê (Frankfurt) hene.

Anil Asli Filîz wekî din afîşên Mig-Zentrum ‘Rojên Filman ên Yilmaz Guney’ - ‘Rojên Huner û Wêje yên Nazım Hikmet’ çêdike û li van saziyan dersan li ser bernameyên grafîkeriyê dide li Hamburgê.

Ji bo berga albûma Ciwan Haco ya bi navê Felek jî dibêje, “di nava Red Music Digital de karê min ê herî girîng bû.”

ji bo Teatra Sarya Baran a ser bi Kevana Zêrîn, ji bo lîstika ‘Jina bi tenê’ afîşek ji bo Rojava jî çêkiriye û di navê de ya Red Music Digital, Beran Besicilik, Wepepuk, Jinha, Cuckoo Travel jî gelek Logo sêwirandine.

Gelek motîfên ji Kurdistanê, nexasim jî ji merşê û berrên Kurdistanê di sêwirandinên wê de hene, ji bo yekê ji wan motîfan ew dibêje, “Jinên ku merş û berran li tevnan dikin û dihûnin, motîfa Dest li Navtengê bi çend rengan bi kar aniye û min jî xwest bi şiroveya xwe wê rêyê bikudînim. Van motîfên min ji nû ve şîrove kirî, gelek tişt li behremendiyên min zêde kir. Gava min ev kar kir yekane endîşeya min huner bû, ji ber wê jî hestên di hinavên xwe de min karî bidim der. Di vê motîfê de diviya ez dilsozê motîfa Jinên Dest li Navtengê bimane, ji ber ew çand bû, lê ji ber ku endîşeya min a hunerî jî hebû, diviya bû li ser estetîkê jî kar bikim. Ji ber wê jî bi min ya rast ew bû ku ez bala xwe bidim hisên jinan, bi vî awayî di vî karê xwe yê motîfê de min hisên jinan û weke jinekê hisên xwe neqişandin.”

 

Jin dizane xweşbîn be

Ev yek çawa dibe, vê jî wiha rave dike: “Min di karekî xwe de bi rengê sor, xwîn nuqitand ser resmê, bi vî awayî bi êşa xwînî ya dilê jinê îfade kir. Di karekî xwe yê din de min pêçeka birînê û banda birînê bi kar anî, bi vê jinê birînên dilê xwe pêçane, lê ya ji vê girîngtir ew birîna xwe vedişêre. Di motîfekî xwe yê din ê Jina Dest li Navtengê de min di dest jinê de guldesteyek xêz kir, ji ber ku jin bereket e û dizane xweşbîn be, bi rengên zindî jî min nîşan da ku ev jin bextewer e.

Herçî estetîk e, di navbera ya li Kurdistanê û ya li Elmanyayê de li gorî wê têgeheke guhertî heye: “Hunerê li Kurdistan û Tirkiyeyê germ û rengîn e bi awayekî giştî. Herçî Elmanya ye, ya ku min dîtî, bi giştî estetîka wan pir tûj, hişk, bi goşe, sar û sterîl e, xebatên mat nîşan didin.” Weke sedem jî ew heta bi tevgera hunerê ya Bauhausê diçe ku li Elmanyayê salên 1850´î derketiye holê.

Di dema xwendina xwe de ew ê xwe dûrî Kurdistanê neke li Hamburgê ku lê xwendekara Profesor Offermanns e: “Ez Kurdistanî me û jineke ji miletekî me ku welatê wî hatiye çarparçekirin, dûçarî asîmîlasyonê hatiye kirin. Lê bextê min xweş e ji ber ku di dersên li sinifa Offermanns de ez ê li ser çanda welatê me yê çarparçekirî bixebitim û ez ê vê bi hunerî bikim. Ewqas êş û bexteweriyên me hene ku di vê ez behsa wan bikim, ên weke Gilgameş, Leyla Qasim, Reşwen Bedirxan, Mem û Zîn, Seyid Riza, Zerdeşt, Şahmaran, Ehmedê Xanî, têkoşîna zimanê Kurdî, Musa Anter, Leyla Bedirxan.”

 
 

Di navbera zarok û pîran de fotograf

   

Anil Asli Filîz li ser wênegiriya xwe û nexasim ew kontrasta portreyên zarok, û kal û pîran de jî wiha dipeyive: “Ji bo dewlemendkirina karê xwe yê grafîkê min dest bi girtina wêneyan jî kir, pêşî fotografên berhemên tîcarî bûn. Sala 2006´an min cara pêşî li dibistana ‘İstanbul fotoğrafçılık’ dersa teknîkî xwend.

Sala 2008´an ez li Kurdistanê geriyam, bi mekîneya fotografan a bavê min ji min re kirî bi da rêyan (Çewlîg, Diyarbekir, Êlih, Mêrdîn…). Ne li navendên bajaran, ez bêhtir li gundan geriyam.

Girtina wêneyên zarokan û yên kar û pîran li bara dilê min timî xweş bû. Ji ber ku yek jê jiyaneke hîna gelekî bê tecrûbe û zanîn e û ya din jî ya din jî jiyanek e ku hatiye ber temamkirina rêya xwe, bi tecrûbe û zanîn e. Helbet ev jî xwe di fotograf de gelekî zelal dide der.

Rast e, di fotografî de em kêliyekê sekinî dibînin, lê ev dema wê kêliyê ne mat û bê rîtm e. Timî beriya wê kêliya fotografî û piştî wê heye. Ji ber wê jî ji bo min girîng e ez kêliyê bigirim. Ez hîç qîmet nadim bi wan xisletên dekor ên ku împresyonîst bi kar tînin. Ez bi zarokan re dikenim û dilîzim, wiha wêne digirim, ji ber ku gava mirov sînoran datîne pêşiya zarokan yan jî rê dide ber wan, ev dilsoziya fotografî xira dike. Herçî kal û pîrî ye, li ser demekê geriyaye û jiyaneke westiyayî ye. Dem çiqasî kevin bibe, kal û pîr bûn jî ewqasî heqîqî dibe.

Ji bo kal û pîran, zarok çavkaniya şahiyê ne, ji bo zarokan kal û pîr zanyarî û îronî ne. Zarok û kal û pîr ya  rastî gelekî elaqedar in bi tiştên hev yên bi ser wan de hatî, yanî du jiyanên cihê ne ku dil dibijînin hev û pêdiviya wan bi hev heye. Dema mirov wisa li meseleyê dinihêre û bi van hestan fotografê du biserdehatiyan bigire, ev tiştekî xelekî xas e.”