
Tora Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) sibe wê resepsiyona xwe ya salane li dar bixe. Îsal wê di resepsiyonê de ji bo cara yekem xelatên rûmetê ji ber xebata derasayî ya akademîk û civakî bide.
KURD-AKAD´ê der barê mijarê de daxuyanî da û got, “Ji niha û pê ve, her serê du salan carekê em ê di warê xebatên akademîk û xebatên civakî yên xwebexşane de xelatê bidin kesên bûyî xwedî ked û performanseke harîqulade. Siberojê armanca me ew e em vê xelatê bidin akademîsyenên ciwan. Xelata taybet a sala 2017´an em didin zimanzanê navdar Prof. Dr. Noam Chomsky û Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl. Ji bo me cihê şanaziyê ye ku her du kesan jî xelata me qebûl kir.”.
Resepsiyon û merasîma xelatkirinê li Muzeya Rautenstrauch Joest, li navnîşana Cäcilienstrasse 29-33, 50667 Kolnê saet 18.30’an dest pê dike.
Bernameya merasîmê
Prof. Dr. Emra Ilgün-Birhimeoglu wê li ser maneya rojê û dayîna xelatên rûmetê biaxive. Prof. Dr. Kariane Westrheim jî wê ji bo Prof. Dr. Noam Chomsky axaftineke teqdîrkirinê bike. Hevpeyvîneke bi Noam Chomsky re wê hebe ku Prof. Dr. Joost Jongerden wê bi rê ve bibe. Dr. Zaradachet Hajo wê ji bo Prof. Dr. Celîlê Celîl axaftineke teqdîrkirinê bike. Paşê jî Prof. Dr. Celîlê Celîl wê axaftina xwe bike. Di beşa hunerî de jî Yekşa Bakircian û Memo Gul wê hunerê xwe pêşkêş bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN