Reşkirina Êzîdiyatiyê bi rêya zanist û zanîngehan

  • Metîn Bozan dibêje, ew pazdeh sal in di biwara Êzîdiyatiyê de dixebite, lê ne weke zanyarekî Êzîdiyatiyê, zêdetir ew bi pêşhikman behsa dîroka Êzîdiyan û rêbazên Êzîdiyatiyê dike. Ya xirabtir, birêz Bozan bi van îdîayên çewt û nirxandinên ne guncaw, rêya komelkujiyan li ser vê pêkhateya Kurd ya piçûçik dîsan vedike.

 

DR. XELÎL XALTÎ

 

Min weke êzîdînasekî dîroknas û herwiha weke zanyarekî ramanger guhdarî li axaftina birêz Prof. Dr. Metin Bozan kir. * 

Divê di destpêkê de ez bibêjim, ez guftugo û lêkolinên di biwara danasîna dîrok û naveroka ayîna Kurdên Êzîdî de hemûyan gelekî bi nirx û girîng dibîn im. Ji ber vê yekê, divê ola Êzîdîyan jî weke ayînên din bê xwendin, moxilkirin û vekolandin; hêmanên wê yên taybet û yên bi olên din re hevbeş bên destnîşankirin; "rastî" û şaşiyên wê bên zanîn. Lê dive ev xebat ji aliyê kesên zanyar û "bê alî" ve bê kirin. Bi ya min berhemên xebateke wiha dê bibin ronayî ji gelek meseleyên Kurd û Kurdistanê re. Xebatên "jidil" û "bê alî" dê karibin di pêvajoyê de vê "ayîna kurdewar û pirreng" bi hêz bikin. Lewma divê dergehê zanyar û zanîngehan her tim ji bona Êzîdiyatiyê vekirî be.

Heger di van salên dawî de hinek hêmanên di biwarê ayîn û rêûrismên Êzîdiyatiyê de hatibin zanîn, ew jî bi xêra karûbarê zanistiyê hatiye ronkirin. Lewma, kela canê min rabûyî, min li axaftina birêz Metin Bozan guhdarî kir, ew axaftina ku di youtube de hatiye belavkirin. 

Metîn Bozan hema di destpêka axaftina xwe de dibêje, ew weke kesekî mejûnasê ayinî "ne li ser dîroka" ku Êzîdiyan "ava kiriye" xebata xwe ava kiriye, lê berovajî wê, kar û hewildanên wî hemû li ser rastiyê ne.  Dibêje, Êzîdî, "ji çi bawer bikin", ez wê baweriyê weke wan di "pejirîn"im. 

 

Gelo Bozan dikare bê alî be?

Bê guman, ev îdîa ji bo "guftûgoyeke çêker û pirralî" girîng e; heta astekê dergehveker e. Lê tê zanîn ku “karûbarê bê alî” li Tirkeyeya îroyîn de ne hêsan e. Herwiha heger heman kes hem Kurdê Misilman be û hem endam û zanyarekî beşê zanîngehê yê karûbarê ayînnasiyê li dewleta Tirkiyê be, ev yek hêj zortir e. Çima? Bo “karûbarê bê alî” divê kesê zanyar gotin, bêje û wişekên xwe hemûyan di biwara mijarê de bi zanîn, şarezayî û bi hişmendî hilbijêre û bi kar bîne, yanî wan bipîve û li xwe û zanîna xwe zal be. 

Lê Metin Bozan, profesorê Zanîngeha Diclê, Zanyarê Dîroka Rêolên Îslamê**, hêj beriya behsa armanc, xal û tezên axaftina xwe yeko yeko bike, îdîayên xwe bi konferansê bide nasîn, gotin û tezên xwe weke "tora masîgiran" pêşkêş dike. Li gorî wî, ayîna Êzîdiyan oleke "tevlîhev, pêveker, batinî ye" (Di vîdeoyê de binihêre li kêliya 05:40). 

Ev îdîaya Metîn Bozan ne tiştekî nû ye û ne jî tenê ji bo ola Êzîdiyan bi wate ye. Eynî tez, ji bo gelek ayînan rast e. Mînak, peyamberê Îslamê, li Mekkehê dilovan û aştixwaz bû, lê li Medîneyê bû tundrew, şerker û “peyamşikên”. Herwiha wexta xwîner bê alî û bi çavekî vekirî li pirtûkên hersê “ayînên yekxwedayî” dinihêrin, wan li ber hev digirin, dibînin ku gelek naverok û hêmanên wan jî yek in yan jî gelekî nêzîkî hev in. Herçend wisa ye jî kesek nabêje ku ev ayîn "tevlîhev" û "pêveker" in. Lê divê bê gotin, têgeha "batinî" ji bo gelek hêman û pêwerên Êzîdiyatiyê bi wate ye. 

 

Lêkolîn nîşan didin Êzîdiyatî aştîxwaz, xwezaperest û kurdewar e 

Bi ya min mezintirîn hokara vê yekê jî ev e ku Êzîdiyatî hêj weke olên mezin baş ne hatiye pişkinîn û ne bûye cihê vekolînên berfireh. Lê hemû vekolinên girîng ên nû di biwara vê ayînê de şanî me didin, ku ev ol bi gelek hêman, pêwer û rêûrismên xwe aştîxwaz, xwezaperest û kurdewar e. Mînak, "nijadperestiyeke tund" weke ya Îslamê ya ku hemû mirovên dinyayê parve dike li ser pêgeha kesên "bawermend“ (yanî Misilman) û yên "ne bawermend" di Êzîdiyatiyê de tine ye. Herwiha baweriyeke weke ya ku ola li bal Xwedê tenê Îslam e di nava Êzîdiyatiyê de tine ye. Dîsan, rêbaz û nihêrîneke weke ya Îslamê ya ku tevahiya xaka dinyayê parve dike li ser du beşan, yanî Dar el-Herb û Dar el-Îslam ji bo di pêvajoyê de karibe hemû desthilatdariya gerdunê têxe bin destê xwe ji Êzîdiyatiyê re xerîb e. Xwedayê Kurdên Êzîdî, Yezdanê Gewre, kurdîzan e, loma hemû rêûrismên Êzîdiyan yên girîng weke qewl, jandil, diroz û çîrok bi Kurmancî ne. 

 

Bozan dixwaze tevlîheviyê durist bike

Wekî din Metîn Bozan di axaftina xwe de balê dibe ser çîroka afirandina Êzîdiyan. Li gorî Bozan, Êzîdî bi vê çîrokê diyar dikin ku ew pêkhateyeke "bijarte" ne. Metîn Bozan dibêje, ku ev yek reflekseke "civakên girtî" ye. Dîsan li gorî wî, Êzîdî bi vê yekê bi şêweyekî ne rastexwe "jinê" piçûk dikin û ev yek taybetiyeke ayînên "batinî" ye (Di vîdeoyê de binihêre li kêliya 10:59).

Bi ya min Metîn Bozan bi vê nirxandinê diyar dike ku ew ne "bê alî", di bin bandor û karîgeriya Îslam û siyaseta dewleta Tirkiyeyê de maye. Hema di vir de divê bê gotin, li gorî ayetên Quranê, mafê mêr ji yê jinê zêdetir e. Mêr dikare bi rêya telaqavêtinê yekalî dev ji jinê berde bêyî dozeke dadgehî lê veke. Wekî din mafê mêr e ku li jinê weke milk û zeviyên xwe tevbigere. Nexwe, newekheviya di nava jin û mêr de di ayîna Îslamê de ne cihê nîqaşê ye, ev yek diyar e. 

Ji bilî vê, Metîn Bozan di axaftina xwe de behsa hinek têgeh û rêûrismên Êzîdiyatiyê dike ku hem di Îslamê de û hem di Êzîdiyatiyê de wek hev in yan jî bi nav, yek in. Hema di vir de dibêje, wexta Şêx Adî çûye bal Êzîdiyan, ew wê wextê Misilman bûn (Di vîdeoyê de binihêre li kêliya 01:17). Ya rast ev yek bo min hem nû ye û hem cihê sersurman e, her wekî heta roja me, ji bilî birêz Metîn Bozan ti zanyarekî girîng ev yek wiha negotiye. Loma ji bo min, diyar e ku Bozan bi van gotinên bê bingeh, dixwaze tevlîheviyê durist bike. Lê rast e ku Shêx Adî “sofiyekî rastîger” bû û wî Êzîdiyatî û rêûrismên wê gelekî nêzîkî xwe dîtin û lewma ji Êzîdiyan re bû “kesekî pîroz û rizgarker”. Ji bo vê yekê, zanyarên girîng yên Ewrûpî û rojhilatî hemû, yên weke Kreyenbroek, Raşo, Othman dibêjin, wexta Şêx Adî çûye bal Êzîdiyan ew di rewşeke şepirze de bûn û pêwistiya wan bi “rizgarkerekî karîger” û jîr hebû, lewma Êzîdiyan bi germî pêşwazî li Şêx Adî kir. Lewma zanyarên min navên wa hildan, li ser wê yekê kok in ku Êzîdiyatî weke rojperestî ji Îslamê kevintir e. Lê Metîn Bozan ê ku pirtûkeke jî di biwarê Şêx Adî de nivîsiye***, dibêje, ku dîroka Êzîdiyan tenê digihîje serdema Şêx Adî (di vîdyoyê de binihêre li kêliya 29:00) û Êzîdî ji Îslamê veqetiyane. 

Nexwe, diyar e, herçend Metîn Bozan di axaftina xwe de dibêje ku ew pazdeh sal in di vê biwarê de dixebite jî lê ne weke zanyarekî Êzîdiyatiyê, zêdetir ew weke kesekî bi pêşhikman behsa dîroka Êzîdiyan û rêbazên Êzîdiyatiyê dike. Ya xirabtir, birêz Bozan bi van îdîayên çewt û nirxandinên ne guncaw, rêya komelkujiyan li ser vê pêkhateya Kurd ya piçûçik dîsan vedike, weke di serdema Evidlhemîdê Duyem de. Yanî, dergehê "guftûgoyeke çêker" di nava pêkhateyên Kurd de girtî dihêle. Gelo ev axaftin xizmeta zanistiyê yan ya dagirkerên Kurdistanê û siyaseta wan dike? Gelo dijberiya Êzîdiyan û belavkirina pêşhikman di berjewendiya kê de ye? 

 

 

* Binihêre li "Yezidiliğin/Ezidilik Teşekkülü, Görüşleri ve Tarihsel Süreçte Farklılaşmalar”, https://www.youtube.com/watch?v=WreKNoNXNQM.

** Binihêre li https://www.dicle.edu.tr/tr/birimler/ilahiyat-fakultesi/sayfalar/temel-islam-bilimleri-1011)

 *** Metîn Bozan. Şeyh Adi Bin Müsafir: Hayatı , Menkıbevi Kişiliği ve Yezidi İnancındaki Yeri; Weşanên Nûbihar 2000.

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.