Resmê hûn dibînin li ser twîtterê li ber çavê min ket. Bala min kişand û kir ku ez demekê wilo zoq lê binêrim. Paşê jî min şiroveyên li binî xwendin. Gelek kes bi dilrehmî û dilovanî nêzî meseleyê bûbûn. Bêguman ev tiştekî baş e. Paşê jî hinekan gazin ji wênegir kirine ka çima alîkarî nekiriye. Çawa yeka din jî gotiye, ma kî dizane alîkarî kiriye yan na. Ya din jî bivê nevê mirov xwe bi xwe dibêje, çima her kesê deng dike û temaşe dike alîkariyê nake. Erê, resmek dikare gelek tiştan bibêje. Resmek dikare ji gotinê bi hêztir be. Resm yanî ew tişt e ku awayekî nêrîna li diyardeyê ye. Resm li nava Stenbolê hatiye girtin. Wênegir jî rojnamevan Engin Bas e. Wî jî weke resmekî di rojên koronayê de qala resm û diyardeyê kiriye. Ya rastî, rojên koronayê yan jî ne rojên koronayê resmên wilo li gelek quncikên cîhanê û li ber bêhvila me hene. Xwe li nava çavê me dixin. Lê ji ber ku wêneyên wisa gelek in, bi awayekî ji awayan bûne beşek ji jiyana rojane. Belkî carinan wijdan radibin pêdarê, lê careke din sist dibin û li rêya xwe dimeşin. Cîhaneke ferdperest û xweperest a nikare hêza xwe bîne cem hev, tenê bi awayekî kezebşewitî û çavên dilovanî dinêre û diçe. Hindik mabû bibêjim bi qasî kûçikekî jî qîmet nîne, lê min xwe ji bîr kir ku ew û kûçikê xwe ne. Her kes ne heman kes e, û kûçik giş ne weke hev in. NAVENDA NÛÇEYAN