
Di derbarê helbestê û naveroka wê de heya niha gellek lêkolîn, pênase û şîroveyên berfireh û bi wate hatine kirin. Em jî karin bi pirsekî weha dest bi nivîsa xwe bikin. Helbest kîjan demê û li kû derê hatiye nivîsandin û serkaniya wê çi ye? Derbarê vê pirsê de gelek fikrên cuda hene. Hin helbestvan û wêjevan dibêjin "helbest ji olê derketiye" hin jî dibêjin helbest ji efsûnê tê. Bi rastî pênaseya helbestê di nava tevê cûre wêjeyê de ya herî zehmet e. Lê dîsa jî tê gotin ku, guhdarkirina wê, xweşikbûna wê hestê herî germ û nû bi mirovan re diafirîne.
De ka em çavekî lê bigerînin serkaniya helbestê. Li gorî tê qebûlkirin, serkaniya helbestê xweza û civak e. Di hêla madî de xweza û civak, lê di hêla manewî de xewn, xeyal, hest û rihên mirovan in. Me got bingeha xwe ji xweza û civakê wergirtiye, nivîsandina wê jî çalakiya helbestvanê afirînerê vê ya hiş û mejî ye. Helbest hunera zimên e. Peyvên helbestê bijare ne. Hevokên vê wekî dantelê li hevûdû tên nexşandin. Di her peyv û hevokê de watekî giranbuha heye. Deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstiya jiyanekî nû ye. Bi piranî hestê xweş, tenik û nazik e. Ev hest, bi şêweya helbestê xwe dide der.
Muzîk, şano, çîrok û roman her çiqasî ji hevûdû cuda bin jî, li ser heman kokekê dibişkivin û şax didin. Helbest ji wan cuda ye. Taybetiyeke wê heye. Gelek şekil, şemal û şêweyên helbestê hene. Naverok û armancên helbestan jî ji hevûdû cuda ne. Helbestkar ne bi tenê bi devê xwe her wiha bi devê "wî, wê,em, ez, ew" jî dikare helbest binivisîne û pêş bixîne. Dîsa bi "hûn û wan" dikare bê ravekirin.
Helbestvanê navdar yê Alman Goethe ji bo helbestê vê şîroveyê dike: "Helbestvan bi helbestê cihanekî nû diafirîne û mirovatiya xwe dide nişan" û vê pênasa bi qedir jê re tîne: "Helbest ber bi rojê ve meşa bi wate ye. Helbest dilê azadiya evîna heqîqetê ye. Fikir û ramana herî zirav û ronahî ye." Pablo Nerûda jî ji bo helbestê vê dibêje :"Helbest serhildan e!" Ehmed Arîf jî dibê "Helbest bi hev çûne, azadî û têkoşîna li hemberî zulmê raperîn e." Mirov dikare bêje helbest paqijiya rûh û wijdana mirov e. Dibistana helbestê nehatiye çêkirin û wê neye çêkirin jî. Çawa zanistî serî li aqil dide, helbest jî serî li hestan dide. Hest û helbest şîrikê hev in. Ji bo wê jî kesê helbestvan divê xwedî xeyalê çêker, şîrîn û mezin be û di xeyalê de nûbûnî biafirîne.
Tê gotin ku helbesta hemdem, bingeha xwe digihîne Yewnana kevin. Wêjeya Yewnana kevin jî mîna helbesta pêşî didin nîşan. Ev ji helbestê Homeros Îlyada û Odysseias ve girê didin. Ev nêzîkatiyekî xwe nevend dîtina hemû pêşketinê heyî ye. Lê baş tê zanîn ku destana Gilgameş di dîroka mirovatiyê de destana yekemîn e û tev mîna helbestê hatiye hûnandin. Belkî bingeha tevê metînê pîroz ji vê destana Gilgameş tê. Huner û berhema mirov ya herî xweş û xweşik e. Helbest jiyanê baş dixwîne û xweşî û nexweşiyê jiyanê dibîne.
Wekî tê zanîn wêje û helbesta gelê Kurd pala xwe daye qonaxê demekî dirêj. Ehmedê Xanî, Baba Tahir, Melayê Cizirî, Feqîyê Teyran û hwd. ji bo ziman û helbesta Kurdî rêncberiyeke bê sînor û bê dawî kirine. Barê helbestvanê Kurd gelekî giran bû. Di helbestên wan de gelek ra û şaxê çandê hene. Dîroka gelê Kurd mînaka Avesta ku bi Kurdî hatiye nivîsandin li ser esasê jiyanekî nû ye, li ser esasê wî demê hatiye amadekirin. Vegotinên niviskî û devkî mohra xwe li van salan daye. Bi zimanê helbestî hatiye nivîsandin.
Hevalên bê hevalan
Helbest ne melodî ye. Lê dikare ji helbestê melodiyên gelek xweş û rind bên afirandin. Helbest stran e lê dikare ji helbestê stranên pir bi wate û maqûl bêne gotin.
Helbest keda mejî yê û bi sebrekî mezin û hêja tê nivîsandin. Kesê bê sebir û bêhnteng bin, bila xwe nêzîkî helbest nivîsandinê nekin.
Tiştên bi kedê tê afirandin pîroz e. Divê her mirov ji kedê re bi rêz û hurmet be ku helbest di serî de qels, kêm be jî, di nav pêvajoya demê de dikemile, digihêje astekî baş. Giyan bi mirov gelek tiştan dide fehmkirin.
Her helbestvan di serî de êşa welatê xwe birînên gelê xwe tîne ziman. Dibe neçîrvanê peyvan, carna li çiyayê, carna jî li ser golekê ye. Carna jî dibe kevoka aştiyê. Carna jî teyrê baz e di cenga rûmetî de. Xwe li nava rûpelê ramana dîrokê dixe. Dibe gernas, dibe vîn û evîna civaka xwe. Mamoste û fîlozofê mezin Ehmedê Xanî ji bo civaka xwe û ji bo nivîskar û rewşenbîra vana dibêje: "Em hevalên bê hevalan e, dengê bêdengan e, destbirakê şivan û koçberan e." Ehmedê Xanî rêya rast datîne pêşiya helbestvan û nivîskaran. Ev rêya azadiyê û heqîqetê ye. Bi ev ristan wêjeya şoreşê jî bi me dide fehmkirin. Jixwe dema şoreş ne civakî be ew nabe şoreş. Wêje jî ger ne di xizmeta gel de be ew nabe wêje. Wêjeya şoreşê wêjeya gel e, stran, lorik, çîrok, serpêhatî, helbest, qesîde û hwd. Hemû jî ji berê ve hene û hêjayî nirxandinê ne. Di vî xalî de Çernîşevskî wiha dinirxîne : "Miletek bê wêje kor û nezan e, bi qasî miletek xwedî wêje be, zana û rewşenbîr e. Mirovan hîn û şad dike."
*Zindana Siwêregê