Nivîskara Awustralyayî Alison Burkey, wê li kitêbxaneya bajarê Kempsey ê nêzî Sydneyê, Kurdan, têkoşîna wan a ji bo azadiê û mafê mirovan îro bide nasîn.

Alison Buckley wê kitêba xwe ya dawî a bi navê Rite of Honour (Rêûresma Rûmetê) li Kempsey Shire Library (Kitêbxaneya Herêma Kempsey) bide nasîn.

Kitêba hanê romaneke û behsa têkoşîna miletê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe, û ji bo mafê mirovan a li Tirkiye, Iraq, Sûrî û Îranê dike. Kitêb nexasim jî berê xwe dide têkoşîn û jiyana jinan.

Çîroka romanê li ser xeta serpêhatiya Evîn Feylî dimeşe. Evîn neçar dimîne ku li çiya li cem gerîlayan li starê ji xwe re bigere. Alison Burkey bi xwe ji bilî nivîskariyê, mamosteyeke lîseyê ye, dayika çar zarokan e. Heyraniya wê ya bi çand û dîroka Kurdan kiribû ku ew berê li ser dîroka kevin a Kurdan binivîse. Lê ev romana wê li ser jinên şervan û gerîla yên Kurd e.

 

SYDNEY