Pandemiya ji ber vîrusa koronayê jiyana rojane li seranserê dinyayê bi rengekî ji rengan diguherîne. Vê yekê îsal tesîr li pîrozbahiyên Newrozê jî kir. Lê ne tenê Kurd, gelek miletên din jî cejn, festîval û rêûresmên xwe, neçar diguherînin. Yek ji van jî sondxwarina şerîfê bilind ê herêma bi navê Yorkshire li Ingilîstanê ye. Ev hezar sal in, bi merasîmeke li dadgehê ya girseyî ev sondxwarin pêk dihat, lê îsal sherîf online sonda xwe xwar. Herçî girse ye, belkî ji caran xilbetir jî be. Kevnariya vî meqamê hanê, heta bi serdema çûna Ingilîstanê ya Anglo-Saksonan diçe, û şerîf (sherif) hingê ji ewlekariya civakên cihî yên Yorkshirê berpirsiyar bûne. Li gorî zimanzanan, maneya nav bi Ingilîziya kevin Rayedarê Meliktiyê ye di serdema navîn de. Yanî ew di serdema navîn de hem ji ewlekariya civakên cihî berpirsiyar bû û hem jî qanûnên meliktiyê li ser xelkê ferz dikirin. Axir di merasîmê de diviya şerîf sonda destpêkirina kar bixwara; ev jî li avahiya Dadgeha Cezayê Giran a navenda bajarê dîrokî yê Yorkê dibû. Wî pistrast dikir ku melîkeyê şerîfekî bilind ji bo salekê wezîfedar kiriye. Lê ji ber pandemiyê, îsal ev çênebû. Li şûna ku merasîm bê bi paşvexistin, teknolojî hat bikaranîn ji bo merasîma dazanînê. Biryar hat dayîn ku şerîfê bilind ji mala xwe sonda destpêkirina wezîfeyê bixwe. Yanî vê sonda online, merasîmeke 1000 salî xira kir, yan jî ew guherand. Dadger Sean Morris serokatî li dadgeha dîjîtal kir û sherifê bilind David Kerfoot jî mala xwe beşadarî merasîmê bû. Lê ji ber ku merasîm di ser Youtubê zindî hat belavkirin, û li seranserê dinyayê xelkê dixwest karî lê temaşe bike. YORK