Rêvebera berê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê Vasfiye Altay (Raperîn Gabar) ya di berxwedana Şengalê ya li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê di 4’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Alatay bi endam û rêveberên MEYA-DER’ê, Hevserokê DBP’ê ya Sêrtê Kiymet Mut re ji bo cenaze bigrin ber bi Deriyê Sînor yê Xabûrê ve bi rêketin. Piştî ku cenazeyê Altay ji aliyê malbatê ve were girtin wê ji bo definkirinê bibin Sêrtê.

YPJ: Bi lehengî şer kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de wiha hate gotin: “Rêhevala me şehîd Raperîn Gabar di şerê gundê Filistîn ê girêdayî Cezaa ku di dîroka 4’ê Çile 2015’an de qewimî de tevlî nava refên pekrewanan bû. Şehîd Raperîn di gelek çeperên şerde cih girt û bi qehremanî şer kir. Şehîd Raperîn ji Bakûrê Kurdistanê tevlî bû û asta yekîtiya gelê kurd bilin dikir.

Em wekî hevalên şehîd Raperîn soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî, em ê asta tekoşînê bi hêz bikin, sersaxî ji bo malbata şehîd Raperîn û tevahî şehîdên Kurdistanê dixwazin.”

ŞENGAL