JI ber şiliya zêde li Herêma Cizîrê li gelek deveran lehiyê tesîrrên xirab kirin. Di encamê de li Kantona Qamişloyê avê da ser 41 gundan. Rêveberiyê welatiyên asê mayî û yên xaniyên wan xirabûyî rizgar kirin û li dibistanan bi cih kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê li seranserê herêma Cizîrê şiliyê tesîreke mezin kir. Li Qantona Qamişlo avê herî kêm da ser 41 gundan. Ji ber barana zêde û lehiyê, gelek rê û pirr jî texrîb bûn. Ji bo alîkariyê û rizgarkirinê jî li seranserê Cizîrê Komîteyên Destwerdana Rewşên Awarte li ser kar in.
Li 41 gundên başûrê kantona Qamişlo, di encama barana zêde de lehî rabû. Weke destwerdana rewşa lezgîn, Komîteya Awarte ya navçeya Til Hemîsê bi dehan dibistan ji şêniyên gundên lehî li wan rabû, dan vekirin û heta niha 308 malbat li wan dibistanan hatine bicihkirine.
Bi sedan malbatên gundên navçeya Til Hemîsê zehmetiyan ji ber lehiyê dikişînin. Di encama lehiyê ya li gelek deveren da, bi dehan mal hilweşiyan û bi sedan malbatan berê xwe da dibistan û gundên derdorê. Hêjayî gotinê ye ku pirraniya malên sivîlan ji kerpîçê ne.
Malbat li dibistanan hatin bicihkirin
Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê û Komîteya Awarte bi hevkariya şêniyên gundên ku zirar dîtine bi dehan gund vala kirin, bi tenê li çend gundan kêm kes mane.
Wek rewşeke lezgîn Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê û Komîteya Awarte gelek dibistan û saziyên xizmetê ji şêniyan re amade kirin. Her wiha şêniyên ku bi sedema lehiyê asê man, piştî ku hatin rizgarkirin, li dibistanan hatin bicihkirin. 70 malbat li Dibistana Ehmed Silêman, 62 malbat li Dibistana Zehdî Selmo, 15 malbat li Dibistana El-Hinwe, 5 malbat li Dibistana Ebû Curn, 2 malbat li Navenda Elektrîkê ya Ebû Curn û 5 malbat li Dibistana El-Tayêf hatin bicihkirin. Pêdiviyên wan ên mazot, av û derman, betanî û xwarinê jî hatin dabînkirin.
41 gund di bin avê de man
Li gorî Şaredariya Gel a Til Hemîsê, hejmara gundên ku ji ber lehiyê avê daye ser wan, 41 gund in. Jê 17 jê ser bi bajarokê Ceza û 24 jî girêdayî bajarokê Ebû Curn û Ekazê ne. Her wiha alîkariya van gundan bi rêya treksan hat kirin. Şaredariyê trektor û alavên veguhastinê bi rê kirin da ku şêniyan û pezên wan ji gund derxin.
Gundên ku zirar ji ber lehiyê li wan bûye yên girêdayî bajarokê Ceza ev in: Mezaih El-Henwe, Sefok, Xirbet El-Ehêmer, El-Beşo, El-Zerqa, El-Necim, Xirber Fida, Ekreşe, Sefane, El-Qadisiyê, Til El-Ehêmer, El-Mentesêrîn, Ebtez El-Salim, El-Bekariye û Muşêrfe El-Hemir a başûr.
112 malbat ji wan gundan derketine. Malên hilweşîne û yên li ber hilweşînê ne, nêzî 100 malî ne.
Li aliyekî din jî gundên bajarokê Ebû Curn ên ku zirar li wan bûye, ev in: Cêsî Elmî, Cêsî El-Kebîr, Wawiye, Xirbet Umer, Mezret Xirbet Umer, El-Meştel, El-Zome, Tol Kerem, El-Hinewe, Belqîs, El-Deiboliye, El-Xemşe, El-Medo, El-Ferhaniye, El-Dehwê, El-Dîbah, El-Melîha, El-Himye, El-Tayêf, El-Heswe, Farsok û El-Wedîhiyê.
Hejmara malbatên ku ji van gundan derketine 196 e. Niha li dibistanan bi cih bûne. Hejmara malên hilweşîne zêdetirî 150´î ye. Hê jî malbat berê xwe didin dibistanan, ji ber metirsiya hilweşîna malên xwe.
Hîna tehlûke dewam dike
Ava li geliyan zêdetir dibe û ev ji bo şêniyan dibe tehlûkeyek.
Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê bang li rêxistinên mirovî kir da ku alîkariya mexdûran bikin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku heke rewşa hewayê weke xwe dewam bike, malbatên ku zirarê bibînin wê ji 2 hezarî bibihure.
Her wiha hê jî malên ku hê bi temamî hilneweşîne û dikin hilweşin, hene. Ji şêniyên Til Hemîsê yên ku hatine rizgarkirin, Feysel Ziyab Ehmed ê ji gundê El-Dîbah, Metra Yûsiv a ji navçeya Til Hemîsê, Mihemed Berho yê ji gundê Cêsî Elmî, Şexsiye Berho ji gundê El-Deiboliyê, Şêxe Salim a ji gundê Wawiyê û Hewe Xelîf Berho ya ji gundê Cêsî Elmî ku xisar li malên wan bûye, got, ew bi lez û bez ji malên xwe derketine, ji ber tehlûkeya ku xanî dibe ku bi ser zarokên wan de hilweşin.
Komîteya Awarte li ser kar e
Ji ber lehiyê, Komîteyên Awarte jî di nava seferberiyê de karê xwe didomînin. Ji ber lehiyê û şiliyê gelek rê hatin girtin û gelek pir jî xira bûn.
Doh, hin aliyên peywendîdar û bi taybetî Komîteyên Awarte yên girêdayî şaredariyên gel, tedbîrên pêwîst digirin ji bo rêgirtina li ber karesatan.
ANHA / QAMIŞLO
Li Xanesorê lehî rabû
Li bajarokê Xanesorê yê li Şengalê, doh ji serê sibehê ve baraneke xurt bariya û li nav bajêr de lehî rabû. Li gorî agahiyên ku ji şaredariya Xanesorê hatiye girtin ti zirerek giyanî ne gihîştiye welatiyan.
Lİ Xanesora Şengalê ji serê sibehê ve baraneke dijwar dibare. Ji ber barana zêde li nava bajarokê lehî rabû.
Ji ber rabûna lehiyê gelek esnaf dikanên xwe girtin û welatî li gorî derfetan tedbîrên xqe girtin. Wesayîtên şaredariya Şengalê û yekîneyên xizmetgûzariyê jî li nava bajêr geriyan, ji bo pêşî li karesatan bigirin.
Li gorî agahiyên ku ji şaredariyê hatiye girtin heya niha ti zirereke giyanî çênebûye û di warê madî de jî ziyaneke cidî rû nedaye.
Berê niha du rojan şaredariya Şengalê li ser îhtîmala rabûna lehiyê, welatiyan hişyar kiribû û ji malbatên ku rewşa xanî û yanjî çadirên wan nebaşe xwestibû ku serî li şaredariyê bidin, da ku bikarin tedbîrên pêwîst bigirin û pêşî li bûyerên nexweş venebe.
Herêma Kurdistanê jî şevê din hişyarî dabû û diyar kiribû ku wê pêleke dijwar a baranê berê xwe bide herêmê û ji welatiyan xwestibû ku neçin seferên dûr. Li gelek dezgehên hikûmî jî kir betlane.
Li seranserê Îranê jî alarma lehiyê hatiye dayîn û têgotin ku wê di nava du rojan de baraneke dijwar ku dikare bibe sedema lehiyan bibare.
XANESOR / ROJNEWS