Civîn bi tevlîbûna nûnerên meclîsên 138 gundên Amûdê, li gundê Sinceqa Sedûn bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de 300 endamên meclîsên ku wekî 4 xetên rêxistinî bi  navê Şehîd Xorşîd, Şehîd Kendal, Şehîd Hêlîn û Şehîd Lazgîn hatine binavkirin bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed axivî û bal kişand ser girîndgiya hilbijartina desteya rêveber a meclîsên herêmê di vê dema hesas de ku Rojava têre derbas dibe. Ehmed, got ku pêwîste gelê kurd di vê dema hesas de lezê bide xebatên xwe û ji bo hemû geşedanan amade bin.

Di civînê de Endamê desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Şahoz Hesen jî axivî û da zanîn ku hilbijartina desteya rêveber ji bo meclîsan di warê rêxististinê de pir girînge. Piştî axaftinan Desteya Rêveber a Meclîsên gundên Amûdê ji 31 kesî hate hilbijartin.Tê payîn ku di rojên pêş de Desteya Rêveber a Meclîsa Bajarê Amûdê bê hilbijatin û piştre ji herdû meclîsan dê meclîsa herêma Amûdê bê hilbijatin.

ANHA/AMÛDÊ