Li ser xebatên dawî yên Meclîsa Qanûnsaz, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hakem Xelo ji bo ANF’ê re axivî. Xelo destnîşan kir xebatên avakirina sîstema xweseriya demokratik didomin û ji bo valatiya qanûnî bê derbas kirin lez dane xebatên xwe. Xelo got “Berî her tiştî ji bo Meclîsa Qanûnsaz pêwîstiya me bi sîstema meşandina meclîsê heye. Ji bo em bikaribin komîteyan ava bikin, em niha ji bo sîstema hundirîn a meclîsê amadekariya qanûnan dikin.  Yek ji wan komîteyan komîteya qanûnane. Ya dudiyan Dadgeha Destûra Bingehîn e. Ya sêyemîn avakirina Desteya Hilbijartinê ya Bilind e ku heta çar mehan divê hilbijartinê bike. Ya çaremîn li gora Hevpeymaniyê dibe cigirê serokên Desteyê Rêveber yê hatine destnîşan kirin, di erê kirina Meclîsa Qanûnsaz de bên derbaskirin. Ji ber ku heta niha cîgirên hemû Desteyên Rêveber nehatine destnîşankirin, me Meclîsê kom nekir.”


Deh komîte ava dibin

Li ser rêveçûna xebatên Meclîsa Qanûnsaz û Desteya Rêveber ya Kantona Cizîrê Hakem Xelo bal kişand ser amadekariyên 10 komîteyan û got, “Niha wek Meclîs me pêşnûme qanûnên sîstema hundirîn a meclîsê amade kirine. Me di 10 komîte diyar kirin ku, ew komîte wê bi Desteyên Rêveber re bixebitin. Li gora pêşnûmeya me amade kirine, wê ji bo sê desteyan komîteyekî hebe û wê du xebatan bimeşîne; Yek xebatên desteyan, du wê li gora pêwistiyan qanûnan amade bike û pêşkeşî Meclîsê bike. Heta ev sîstema çê nebe, emê wek meclîs nikaribin xebatê xwe birêve bibin. Niha valatiyek qanûnî heye û divê hem wek Desteya Rêveber hem wek meclîs, em destê xwe lez bikin.”

Ji saziyan sûd digrin

Xelo got li herêmê di bin banê TEV-DEM’ê de ev du salin xebatek rêveberiyê tê meşandin û ewê ji saziyên hatine avakirin alîkariyek mezin werbigrin û axaftin xwe wiha dewam kir “Komîteyê di nava Meclîsê de wê karê hemû wezaretan bişopînin. Dîsa li gorî pêwîstiyan dibe hin komîteyên pispor hebin. Niha ev du sal in bingehek baş ji bo xebatê me amade kiriye. Ji bo wê jî niha ev saziyên hene û xebatên xwe dikin, bingehek baş amade kirine. Bi taybet ji bo qanûna Desteya Dadê, em bi Dîwana Adaletê re rûniştin û me alîkarî ji wan xwest. Di heman demê ji bo saziyên din jî wiha, em ê bi hemû saziyên îro li ser erdê xebatên xwe dikin, di nava xebatek hevbeş bin.”

Dadgeha desturê

Hakem Xelo da xuyakirin ku wê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê Meclîsê ve bên hilbijartin û di vî warî de ev agahî da: "Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî Hevpeymana Civakî ji 7 kesan pêk tê û ev kesên mijara gotinê divê kesên ji aliyê her kesî ve bên qebûlkirin bin. Kar û xebatên wê jî hatine diyarkirin. Niha hin nav hatine pêşniyar kirin. Wê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê Hevserokatiya Meclîsa Qanûnsaz ve bên pêşniyar kirin û ji aliyê Meclîsê ve bên erêkirin. Êrê kirin wê li gorî pirraniya dengan be.”

Amadekariyên hilbijartinan

Li ser amadekariyên hilbijartinan jî Xelo da zanî ewê hewl bidin ku heta çar mehan amadekariyên hilbijartinan temam bikin û wiha gotinên xwe domand: “Niha hem Meclîsa Qanûnsaz, hem jî Desteya Rêveber ji bo demekê hatine avakirin. Her çend şertên em têde ne hin zehmetiyan derdixînin hole jî, emê rewşa gelên xwe aram bikin. Hem Meclîsa Qanûnsaz hem jî Desteya Rêveberiyê bi tifaqê hatine sazkirin, ne bi hilbijartinan. Ji ber wê jî me wek Meclîs daxwaz kiriye ku nav ji bo Desteya Bilind a Hilbijartinê werin pêşniyarkirin û em di civînên xwe de van navan erê bikin. Bi vî rengî Desteya Bilind a Hilbijartinan dest bi karê xwe bike.”

Ev modelek nû ye

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hakem Xelo ji bo piştgiriya wan spasiya gelên Kurd yên beşêdin yê Kurdistanê kir û wiha gotinê xwe bi dawî kir “Em ji bo tevahiya Kurdistanê modelekê didin avakirin. Ev avakirina wê ji bo parçeyê din ên Kurdistanê jî bibe mînak û alîkar. Gel, rêxistinê bakurê Kurdistan bi giştî destek û piştgiriya xwe nîşan dan. Derveyî PDK’ê piraniya partiyên Başûrê Kurdistan’ê destek û piştgiriya xwe aşkera kirin. Gelê me yên Ewropa, Rojhilatê Kurdistanê destekek mezin nîşan da. Em spasiya hemûyan dikin."


AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANHA/AMÛDÊ