Piştî kongreya 4’an a Asayî ya HDP’ê ku di 23’ê Sibatê de pêk hat, Desteya Rêveberiya Navendî ya ku ji aliyê Meclîsa Partiyê ve hate destnîşankirin, bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li hev kom bû.

Di encama civînê de Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay bû Berdevka Partiyê.

HDP’ê wezîfeyên nû yên li nava Desteya Rêveberiya Navendî wiha ragihand:

Berdevka Meclîsa Jinan: Ayşe Acar Başaran

Hesabgirê Giştî: Omer Onen

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Rêxistibûna Navendî Berpirsyar: Alîcan Onlu

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar: Feleknas Ûca

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar: Garo Paylan

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Karên Hilbijartinê Berpirsyar: Îlknûr Bîrol

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar: Nacî Sonmez

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Desteya Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar: Salîm Kaplan

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar: Şaziye Kose

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Propaganda, Weşan û Çapemeniyê Berpiryar: Tayîp Temel

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar: Tulay Hatîmogûllari Orûç

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Têkiliyên bi Partiyên Siyasî û Rêxistinên Civakî re Berpirsyar: Tûncer Bakirhan

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar: Umît Dede.”

   

ENQERE