Kordînasyonê bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir ku demildest ji bo Ocalan bi kevin nava hewldanan û rewşa wî ya tendirûstiyê li raya giştî eşkere bikin.
Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava derbarê tecrîdkirina Ocalan de ku salek û 3 meh in hikûmeta AKP’ê dimeşîne, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Kordînasyonêgot, “Di demekê de ku şer û alozî li ser asta navnetewî û herêmî bi taybet li herêma Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava zêde dibe, em helwêst û nihêrînên siyasî yên cuda dibînin. Em nexasim guhertina nihêrînên aliyên ku rasterast dest werdan aloziya Sûriye û berê berjwendiyên wan di Sûriye de hebûn, dibînin. Em ferq dikin ku Tirkiyeya ku piştgirtiya terorê û opozisyonê dikir, îro dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsya û Rêjîma Sûriye re normalîze bike. Encama polîtîkakyên têkçûyî yên hikûmeta Tirkiye û AKP`ê li Rojhilata Navîn meşandin, bandoreke neyînî li hundir Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û hişt ku darbeya leşkerî pêk were."
Di dawiyê de Kordînasyonê bang li hikûmeta Tirkiye, Saziyên Mafên Mirovan ên navnetewî û CPT´yê kir ku demildest Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serbest berdin û rewşa wî ya tendirûstiyê li raya giştî eşkere bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN