BASIM DEXÎL / ANHA/HESEKÊ

Li navçeya Erîşa ku bi ser kantona Hesekê ye, sala nû a xwendinê 1’ê Îlonê dest pê kir. Di dema Rêveberiya Xweser de heta niha 138 dibistan hatine vekirin û hê jî haziriya vekirina 3 dibistanan tê kirin.

Dibistanên ku li navçeya Erîşa û gundewarên wê hatine vekirin 138 in û li ser xetên rojhilat û rojava belav dibin. Piraniyên dibistanan ên seretayî û navîn in. Rêveberê Komîteya Perwerdê ya navçeya Erîşa Mistefa Abid got, hejmareke xwendekaran pir in, û hê jî ew navên xwendekara tomar dikin.