Rêveberiya xweser WHO gunehbar kir
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zilamekî di 50 saliyên xwe de ji ber şewba vîrusa koronayê miriye. Rêveberiya Xweser Rêxistina Sihetê ya Dinyayê (WHO ser bi NY’yê ve ye) gunehbar kir ji ber ku rayedar di cih de agahdar nekirine. Rêveberiya Xweser got, ji ber belavbûna şewbê WHO û rejîma Sûrî wê berpirsiyar bin.
WHO’yê doh daxuyanî da lê OCHA’yê da zanîn ku ew pêr ji bûyerê agahdarbûne. Bûyer li Nexweşxaneya Neteweyî ya Qmişoloyê beriya bi du hefteyan qewimiye û bi kesê mirî – zilamekî 53 salî – re Covid-19 tesbît bûye. Kesekî din ji malbata wî heman sîmptoman nîşan dide. Ev nexweşxaneya hanê li devera di kontrola rejîma Esed de ye.
Rêveberiya Xweser rejîmê gunehbar dike ji ber ku amûrên ji bo bêhnstandinê nade wan û hevkariya wan di mijarê de nake. Heyva Sora Kurd a herêmê jî da zanîn ku WHO’yê mirina vî kesî bi du hefteyan derengî ragihandiye û ev jî gelekî tehlûke ye ji bo wan, ji ber ku di van du hefteyan de vîrus dikare gelekî bi lez belav bibe.
Rêveberiyê WHO gunehbar kir bi wê yekê ku encam yan jî guman demeke dirêj ji wan û ji saziyên alîkariya insanî û sihetê xef kirine: “Ev dikare bike ku vîrus di nav welatiyên me de belav bibe.”
Rêveberiya Xweser halê hazir tevdîrên kanatînayê li dijî belavbûna vîrusê digire. QAMIŞLO