Roja ku ez vê nivîsê dinivîsim, roja salvegera destpêkirina weşana Rojnameya Welat e. Rojnameya Welat, ji bo me gelekan dibistan e. Rojnameya Welat par 20 sal li pey xwe hiştin, rojnamegeriya min jî îsal di tîrmehê de 20 salan li pey xwe dihêle. Rojnameya Welat di dîroka gelê kurd de xwediyê cihekî taybet e. Gelek kes wekî xwendevanên rojnameyê têkildarî rojnameyê bûne, piştre wan kurdiya xwe bi pêş xistine û bûne nûçegihan, edîtor û nivîskarên rojnameyê.

Têkiliya min û zimanê nivîskî yê kurdî hinekî ji temenê Rojnameya Welat dirêjtir e, lewre meraqa min a kurdî hê di nûciwaniya min de di salên 1980’yî de dest pê kir. Berî Welat jî min gelek weşanên bi kurdî xwendin, lê belê kurdiya min di rojnameyê de kemilî, heta ez dikarim bibêjim, zimanê min î ku ji ber perwerdeya tirkî qeyd û lele lê ketibû, li Welat vebû. Ez ê ku di 9 saliya xwe de hînî tirkî bûbûm, piştî deh sal perwerdeya bi tirkî di axaftina kurdî de bûbûm yekî lalûte. Belê min jî wekî xwendevanekî têkilî bi rojnameyê re danî, piştre di tîrmeha 1993’yan de min wekî edîtor di rojnameyê de dest bi xebatê kir. Bi boneya vê salroja Rojnameyê min di nav rûpelên rojnameyê de rêvîngiyeke nîgaşî pêk anî.
Yekemîn nivîsa min berî ku ez di rojnameyê de dest bi xebatê bikim, di hejmara 60’î ya rojnameyê de hatiye weşandin. Lê min ev nivîs ne bi navê xwe bi nasnavê “Qeda” nivîsandiye. Navê wê nivîsê “Qereqola Bavo” ye. Min ew nivîsa qerfî û rexneyî ku li Mêrsînê hatime binçavkirin li ser vê serboriya xwe nivîsandiye. Min di wê nivîsê de henek û tinazên xwe bi qereqolên “Çoban Silo” kirine. Dema ku min ev nivîs nivîsandiye ez hê li zanîngehê xwendekar bûme.
Duyemîn nivîsa min a ku li ser navê min derketiye dîsa nivîseke qerfî ye. Sernavê vê nivîsê “Pêşniyarek ji dewletê re” ye, îcar min henekên xwe bi Tansu Çîllerê kirine. Ji ber ku Tansu Çîllerê civîna Wezîran li Colemêrgê pêk aniye, li wir pêşniyara avakirina rêxistineke saloxgeriyê ya li derveyî welat kiriye. Helbet îro ew yek jî tê bîra mirov; dibe ku Tayyîp Erdogan karê Çîllerê biribe sêrî û kuştina sê jinên şoreşger ên kurd bi destê wê rêxistinê pêk hatibe.
Sêyemîn nivîsa ku di rojnameyê de li ser navê min belav bûye, di hejmara 84’an de hatiye weşandin, navê wê nivîsê jî “Were ser riya heq” e. Di vê nivîsê de jî bi şêwazeke qerfî rexne li polîtîkayên dewletê û helwesta nivîskarên tirk hatiye girtin. Di hejmara 86’an a rojnameyê de nivîseke min hatiye weşandin, di vê nivîsê de rexne li partiya Dogu Perînçek hatine girtin û wekî ku rewşa wan a îro were dîtin, pêşbîniyeke wiha hatiye kirin: “Dê Perînçek û hevriyên wî li ser siwareya xwe’Atam izindeyiz’ binivîsin”, bi rastî jî wisa lê hatiye û niha ew’leşkerên M. Kemal’ di Girtîgeha Sîlîvriyê de ala tirkperestiyê berz û bilind dikin. Nivîseke din a ku li ser navê min di rojnameyê de hatiye weşandin, di hejmara 88’an de derketiye. Ev nivîs bi boneya koça dawîn a Apê Osman Sebrî hatiye nivîsandin. Nivîsa qala çîroka jiyana Osman Sebrî ya di nav gelê Kolikê de dike û balê dikşîne ser propagandaya dagirkeran. Belê, rêwîtiya min a xebata rojnamegeriya kurdî û zimanê kurdî bi vî rengî dest pê kiriye, ew rêwîtî hê jî didome.
Rojnameya Welat, bi naveroka xwe ji bo ziman û çanda kurdî gencîneyek e û ji bo gelek mirovan jî dibistanek e, dema ku mirov rûpelên wê diqulibîne, mirov di rûpelên rojnameyê de navê gelek kesên ku di qadên cur bi cur ên rewşenbîriya kurdî de bi serfirazî bezandine û dibezînin dibîne. Ev yek mirovan dilgeş û kêfxweş dike. Dema ku mirov bala xwe dide naveroka îro ya rojnameyê mirov vê encama vê tecrûbe û danaheva salan tê de nabîne. Her wiha pirdengî û rengînbûna wê demê jî nemaye. Çima gelo? Hê di hejmara 92’yan a rojnameya Welat de jî der barê naveroka rojnameyê de ev tişt hatine gotin:
3 Bi taybetî nivîsên der heqê bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin de bi giştî jî bûyerên girîng ên ku li welatên din diqewimin dê bi destê nûçegihanên me yên ne li navendê bên amadekirin.
3 Ji xeynî hin nûçeyên girîng ên ajansan ku mecbûrî tên weşandin, dê nûçeyên Welat orjînal û xweser bin.
Lê îro jî nûçeyên rojnameyê bi giranî ji zimanê tirkî têne wergerandin. Mirov bi vê yekê jî daxbar û xemgîn dibe. Li şûna nirxandinên siyasî, min xwest vê hefteyê hest û dilînên xwe bi we re parve bikim.