Dewletê hin malbat şandine ber avahiya HDP´ê, Mustafa Karasû ev weke 'komplo û provokasyon' destnîşan kir û got: “Ji bo ciwanên Kurd têkoşîna herî rewa derketina serê çiyê ye.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a Medya Haber TV´yê.
Karasû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîr xist ku di encama berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan, berxwedana dayikan û piştevaniya raya giştî desthilatdariya AKP neçar ma ku bihêle hevdîtin bê kirin.
Karasû diyar kir ku AKP/MHP bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd re dixwazin qirkirina Kurdan tine bikin û vê yekê ne tenê li Bakurê Kurdistanê dike, li Başûr, Rojava jî heman nêzîkatiyê nîşan didin.
Karasû destnîşan kir ku niha ti lêgerîneke çareseriyê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê nîne û got, “Bila kes ji desthilatdariya AKP-MHP’ê hêviya çareseriyê neke. Hêviyeke bi vî rengî ehmeqî ye. Ev desthilatdarî hebûna xwe bi şer didomîne. Bi şer li ser piyan dimîne.”
Karasû bal kişand ser tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDP’î û got, “Qeyûm beşek ji şerê li dijî gelê Kurd e ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê dest pê kir. Dibêjin Kurd ‘koleyê min e’. Li gorî wan; Kurd dikare hebe lê nabe ku xwedî îradeya siyasî be. Nabe ku bibe xwedî îrade. Dema ku bû xwedî îradeya siyasî hingî wê bên qirkirin. Ziman, çand, dibistana xwe nîne. Qeyûm li şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin tayînkirin, lê belê esas ev êriş li dijî demokrasiya Tirkiyeyê hemûyî ye, li dijî îradeya Kurdan e. Faşîzm li Tirkiyeyê demokrasiyê naxwaze. Eger têkoşîn neyê kirin ev şer nayê astengkirin.”
Karasû piştre jî got, “Ya hêzên demokrasiyê wê teslîm bibin û faşîzm bi temamî serdest bibe, ya gelê Kurd wê qirkirinê qebûl bike û bibin Tirk, ya jî wê şer bidome.”
Bila şaredariya gel bikin
Karasû bal kişand ser îdîaya ‘Şaredariyên HDP’î alîkariya malî dide PKK’ê’ got, “Tiştekî bi vî rengî nîne. Ya ku em ji wan dixwazin ew e ku li wê deverê şaredariyeke baş bikin. Bila bi gel re bixebitin, xwe bikin îrade, em tiştekî din ji wan naxwazin. Em ji wan dixwazin ku şaredariyeke gel û demokratîk bikin.”
‘Banga şehîdan li ciwanan‘
Karasû diyar kir ku wezîfeya HDP’ê ye ku xwedî li îradeya gel derkeve û got, “Berxwedan bi vî rengî didome, di vê mijarê de biryardariyek ji xwe heye. Banga me ya esasî li ciwanên Kurd e. Banga şehîdên me jî li ciwanên Kurd e. Ciwan wê ji Fransayê neyên û xwedî li vî gelî dernekevin. Yan jî wê ji devereke din a dinyayê ciwan neyên û xwedî li Kurdan dernekevin. Ciwanên Kurd wê xwedî li gelê xwe derkevin. Wê li benda kê bin? Parêzvanên gelekî ciwanên wî gelî ne.
Têkoşîna tê meşandin ji xwe tê dîtin. Wê demê ciwanên Kurd jî divê bidin pey têkoşîna ciwanên Kurd a dîrokê, berê xwe bidin kolanan, qadan û serhildanan.”
Karasû der barê wan malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştine jî got, ti ciwanên tevlî gerîla bûne ji aliyê HDP’ê ve nehatine şandin: “Em bang li wan malbatan dikin; yên ku berê wan dane çiyê şehîdên me ne. Hezkirina welat e, hezkirina gel e, her wiha hezkirina malbatê ye. Dixwazin hemû malbat, dixwazin gel azad bibe. Dixwazin malbatên wan bi rengekî bi rûmet bijîn. Binihêrin, polîs wan bi zorê dibin wê deverê. Dibêjin, ‘biçin’. Ji hemûyan re jî gotine ‘şandine Sûriyeyê’. Vê yekê jî ji bo Rojava bikin hedef dikin. Hemû lîstika polîsan e. Lewma ew malbat bûne beşek ji şerê taybet. Li dijî gelê Kurd şerekî qirêj tê meşandin, ew bûne beşek ji vî şerê qirêj.”
NAVENDA NÛÇEYAN