‘Qedexe dij demokratîk e’
Berdevkê Rêxistina Ciwanan a Partiya Keskan a Nîdersachsen Ture Hînrîchsen diyar kir ku qedexeya li PKK’ê di encama têkiliyên berjewendiyê yên Alman û Tirkiyeyê de derketine holê. Hînrîchsen got Almanya li hemberî kurdan zextan pêk tîne û wiha got: “Bi ser saziyên wa de tên girtin. Siyasetmedarên wan tên krîmînalîzekirin. Vê jî qedexeyê re girê dide. Ev qedexe dij demokratîke û rewabûna wê tune. Di demeke kurt de divê bê rakirin. Em piştgiriyê didin têkoşîna kurdan ya ji bo rakirina qedexeyê. Em li dijî şîdetê ne. Hêzên demokatîk tên krîmînalîzekirin. Her kes bi awayekî azad dikare xwe îfade bike. ji bo vê jî divê destpêkê ev qedexe rabin.”
‘Qedexe nayê qebûlkirin’
Berdevkê Koma Atesh a Hamburgê Lulan Nîekel jî diyar kir ku ew qedexeya PKK’ê şermezar dikin û wiha pê de çû: “PKK ligel ku partiyek pêşdeçûyiye, ev 20 sale qedexeye. Pêşdarazeke Alman li dijî PKK’ê heye. Wek teror dibîne. Pergal dixwaze vê di nava civakê de belav bike. divê hêzên demokratîk û şoreşger li dijî vê derkevin. Divê li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Divê bi panel, semîner û civînan ev îmaj bê şikandin.
‘Gelê me vê qedexeyê qebûl nake’
Berdevka YXK’ê Sozdar Sevîm qedexeya li ser nûnerê rewa yê kurdan PKK’ê nayê qebûlkirin û got: “Bê guman di bin vê qedexeyê de berjewendiyên siyasî û aborî hene. PKK ji ber ku li gorî berjewendiyên wan tevnagere, biryarek wisa girtin. Lê bila vê bizanin gelê me tu car vê qebûl nake. Ev 20 sale li dijî vê têkoşiyan. Ji ber ku PKK di wijdan û dilê gelê me de partiyeke rewa û mafdare. Tevgereke demokratîk û şoreşgere. 35 sal jî ispata vê ye. Hem dewleta Alman û hem jî dewletên din ên mêtînger bila vê baş bizanin.”
‘Qedexe bi Tirkiyê re eleqedar e’
Li ser navê Rêxistina Ciwanan a Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) Yusuf As jî diyar kir ku li Almanyayê PKK û gelek rêxistinên şoreşger di lîsteya qedexeyê de cih digirin û wiha pê de çû: “Dema mirov li dîroka Almanyayê dinêre, partî û rêxistin her tim di bin zextan de ne. Di dîroka Almanyayê de partiya xwe ya komunîst jî qedexe kiriye. Di roja me de di lîsteyê de DHKP-C û partiyên din jî hene. Lê li dijî PKK’ê rêbazek cuda tê meşandin. Ji ber têkiliyên Tirkiyeyê cuda tevdigere.
‘Li holê planek navnetewî heye’
Berdevkê Organîzasyona Ciwanên Tamîl a Almanyayê Elaventhan Avunakirinathan jî got di seranserê dîrokê de gelên bindest kirine qurbana berjewendiyên navnetewî û wiha dirêjî da axaftina xwe: PKK di encama polîtîkayên emperyalîst de hatiye qedexekirin.Di serî de Tamîl û Kurd, bi sedan netew di hedefa hêzên mêtînger û emperyalîst de ye. Ev qedexe jî encama vê ne. Em wek gel, me êşa wê pir kişand. Bi hezaran mîlîtanên me ku têkoşîna azadiya gelan didan hatin îmhakirin. Li dijî gelê me komkujiyek hovane pêk hat. Bi hezaran hatin surgunkirin. Gelê tamil qirkirin. Ev planeke navnetewî bû. Pirsgirêka me yek e.
‘Em 16’ê Mijdarê li Berlînê bin’
Berdevka YDG’ê Elîf Ozge Ozcan jî da zanîn ku ew li dijî qedexeya PKK’ê ne û wiha pê de çû: “nexweşiya herî mezin ya kapîtalîmzê faşîzm û nîjadperestî ye. Ev qedexe jî encama vê ye. Ji ber ku nêrîn û daxwaza PKK’ê li holê ye. Ev jî Almanya û hêzên emperyalîst ditirsîne. Li dijî van pergalên ku qedexeyê tîne divê têkoşîn bê dayîn. Berdevka Young Struggle Suzan Ergun jî diyar kir ku qedexeya li ser PKK’ê di encama hevkariya Almanya û Tirkiyeyê de pêk hatiye û got, ji bo ev qedexe ji holê rabe divê têkoşîna hevpar bê meşandin. Ergun ji bo meşa 16’ê mijdarê ya li Berlînê pêk tê jî bang kir û xwest her kes tevli vê meşê bibe.
HANNOVER